Di atolyeya pankartan de hatin gel hev
- 15:31 21 Mijdar 2026
- Rojane
STENBOL - Li Mekanê Pêşangehê yê Depoyê, bi pêşengiya Komeleya Dema Jinan û Navenda Havizayê de Navenda de, atolyeyeke li ser amadekirina pankart û dowîzan hat lidarxistin.
Di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Navneteweyî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li ser Jinan de, Komeleya Dema Jinan û Navenda Hafizayê, li Mekanê Pêşangehê yê Depoyê atolyeyeke li ser amadekirina pankartan pêk anîn. Gelek jin beşdarî vê çalakiyê bûn.
Ev atolye ku bi rêya afirandina hevpar û piştevaniyê jin anî cem hev, bal kişand ser amadekirina pankart û dowîzên ku dê di 25'ê Mijdarê de bên bikaranîn. Di dirêjahiya çalakiyê de, beşdarhem li ser materyalên xwe xebitîn û hem jî bi danûstandina ramanan, beşdarî pêvajoyeke afirîner a kolektîf bûn. Bi Berhemên ku bi reng û peyamên curbecur hatibûn amadekirin, bal hat kişandin ser têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan û girîngiya piştevaniya jinan.







