Gultan Kişanak:Ev pêvajo ya me hemûyane

  • 19:10 21 Mijdar 2026
  • Rojane
SEMSÛR - Aktîvîsta TJA’yê Gultan Kişanak ku di çarçoveya bernameya 25’ê Mijdarê de bi jinan re hat gel hev,  diyar kir ku divê piştgiriya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bê kirin û wiha got: “Em êdî ne li sêdarê li ser maseya diyalogê mafê xwe diparêzin.”
 
Tevgera Jinên Azad (TJA)  li navçeya Besnî ya Semsûrê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinan a Navneteweyî bi jinan re hat gel hev. Bernameya ku aktîvîsta TJA’yê Gultan Kişanak ku tevli hevdîtinê bû, gelek jin jî tevli bûn.
 
Gultan Kişanak balkişand ser têkoşîna jinan û da zanîn ku rêxistinbûn û piştgiriya hev kirin gelek girîge û got: “Piştevaniya jinan li her derê li malê, li cihê kar, kolan û taxan pir girîng û bi nirx e.Jiyana komunal jî ev e.”
 
Gultan Kişanak balkişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û da zanîn ku her kes di mijara rawestandina pevçûnan, bidawîbûna şer de hemfikre û wiha got: “Em hemû dixwazin vê êşê li pey xwe bihêlin. Em êdî ne li sêdarê li ser maseya diyalogê mafê xwe diparêzin. Ji ber vê jî ev pêvajo pêvajoya me hemûyane. Divê jin di pêvajoyê de berpirsyariya xwe  bibînin. Divê em bên gel hev û têkoşîna rêxistinkirî mezin bikin.”