Li Şengalê semînerên 25'ê Mijdarê hatin lidarxistin
- 11:46 23 Mijdar 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - TAJÊ li Tilizêr û Xanesorê bi hevdemî 2 semîner lidar xist. Di semîneran de tundiya li jinê hate nirxandin û işaret bi girîngiya xwerêxistiniyê hate kirin.
Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî (TAJÊ) di çarçoveya 25'ê Mijdarê Roja Têkoşînê ya Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê li Tilizêr û Xanesorê du semîner lidar xist.
Di semîneran de dîroka tundiya li jinê, her wiha çavkaniyên kevneşop ên tundiyê hate nîqaşkirin û işaret bi berpirsyariyên jin û mêr ên ji bo hevjiyana azad hate kirin.
Di semîneran de sînevîzyon jî hate nîşandan û hate ragihandin ku di êrişên li dijî civakan de jin dibin hedefa destpêkê û fermana 2014'an hate bibîrxistin.
Her wiha felsefeya 'Jin, Jiyan, Azadî' ya bi fikrên Rêber Apo hate destnîşankirin, weke pîvana azadiya jinê hate bilêvkirin.







