Çalakiya JES’ê di roja 204’an de berdewam kir
- 18:34 23 Mijdar 2026
- Ekolojî
MÛŞ – Çalakiya nobetê ya li dijî SEJ’ê li gundê Xwarikê ku girêdayî navçeya Gimgimê ye, kete roja xwe ya 204’an. Niştecihên gundê Uskira Pîleyê çalaki îro dewr girtin.
Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê li gundê Xwarikê yê Gimgima Mûşê, li dijî projeya santrala enerjiya jeotermal (JES) hatiye destpêkirin berdewam dike.
Li cihê ku çalaki di roja xwe ya 204’an de berdewam dike, pankarta ku li ser : "Gelê Gimgimê santrala enerjiya jeotermal naxwaze. Destê xwe nedin ava min, destê xwe nedin axa min." Hatiye daliqandin.
Nobed îro ji alıyê gundiyên gundê Uskira PÎle ve dewr hat girtin.









