'Bila êdî ji zindanan cenaze dernekeve'

  • 11:10 24 Mijdar 2026
  • Rojane
RIHA -  Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên li Rihayê tekez kirin ku ji bo pêşveçûna pêvajoya aştiyê divê Abdullah Ocalan û hemû girtî serbest bên berdan û diyar kirin ku ew êdî naxwazin cenaze ji girtîgehan derkevin.
 
Her çend li Tirkiyeyê bi banga rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan a "Aştî û Civaka Demokratîk" serdemeke nû dest pê kiriye jî, nîqaşên li ser aliyên qanûnî û civakî yên pêvajoyê berdewam dikin. Her ku nîqaşên li ser qanûna çarçoveyî, ku aliyek sereke yê pêvajoyê ye, berdewam dikin, binpêkirinên mafên mirovan ên li ser girtiyên siyasî, astengkirina berdanan û pirsgirêkên tenduristiyê yên ku mafê jiyanê yê girtiyên nexweş tehdît dikin, di nav pirsgirêkên bingehîn ên ku li benda çareseriyê ne de dimînin.
 
Komeleya Piştgirî û Alîkariya Hevbeş bi Malbatên Girtî û Mehkûman re (TUHAY-DER) û Dayikên Aştiyê di 23'ê Mijdarê de li ber Navenda Giştî ya AKP'ê ya li navçeya Xelîliyeyê ya Rihayê daxuyaniyek dan û daxwaza serbestberdana girtiyên nexweş kirin. Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê yên beşdarî daxuyaniyê bûn gotin, "Em ji bo hemû girtiyên xwe, di serî de ji rêberê xwe Abdullah Ocalan, azadiyê dixwazin. Ji bo pêşvebirina pêvajoyê, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan pêwîst e."