Li Şirnexê banga tevlîbûna meşa 25'ê Mijdarê

  • 14:34 24 Mijdar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - TJA, ji bo meşa ku dê di 25'ê Mijdarê de li Şirnexê li dar bixe banga tevlîbûnê li jinan kir û li kolanan broşur belav kir. 
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), di çarçoveya 25'ê Mijdarê de li Şirnexê meşek li dar dixe. Ji bo tevlîbûna meşê îro li kolanan broşur hatin belavkirin. 
 
Meşa jinan dê sibê saet 13.00’an de li Qada Omer Kabak dest pê bike dê heta Qada Cumhuriyetê bidome. 
 
Jinan ji bo tevlîbûnê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" bang li jinan kir.