Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê civiya

  • 10:42 26 Mijdar 2026
  • Rojane
ENQERE - Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan, bi rojeva pêvajoya Aştî, komisyona li meclise bê avakirin, Kampanyaya Budçeya Ked, Aştî û Edaletê û hevdîtinên budçeyê civiya.
 
Desteya Rêveberiya Navendî (MYK) ya DEM Partiyê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan li Navenda Giştî ya partiyê civiya. Hat zanîn ku dê di civînê de geşedanên dawî yên derbarê Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û rojeva siyasetê de, komisyona li meclise bê avakirin, Kampanyaya Budçeya Ked, Aştî û Edaletê, hevdîtinên budçeyê û ji bo plansaziya 15 rojan civiya.