YCK-KURD li Cizîrê bi ciwanan re hatin gel hev

  • 18:04 26 Mijdar 2026
  • Rojane
ŞIRNEX - YCK-KURD li Cizîrê bi ciwanan re hat gel hev û der barê pêvajoyê de nîqaş meşandin.
 
Yekitîya Ciwanên Komînalîst Kurd (YCK-KURD), beriya kongreya  wê 13’ê Kanûnê de li Amedê pêk bînin li navçeya Cizîr a Şirnexê bi ciwanan re hatin gel hev. Li salona ku bername pêk hat posterê mezin yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat daliqandin. Bername bi rêzgirtinê hat destpêkirin û sînevîzyon hat nîşandan. Ciwanan bê navber dirûşmeyên ‘şehîd namirin’, ‘bijî serok Apo’ berz kirin.
 
Endamê  YCK-KURD Azad Akça, axivî û diyar kir ku ciwan kirdeya pêvajoyê ne û der barê damezrandina YCK-KURD’ê de axivî. Her wiha ji bo kongreya wê 13’ê Kanûnê pêk bê jî banga tevlibûnê ha tkirin.
 
Bername bi pirs, bersiv û nirxandinan berdewam kir û bi govend û dirûşmeyan jî bidawî bû.