15 malbat serî li ÎHD'ê dan

  • 14:39 27 Mijdar 2026
  • Rojane
AMED - Ji bo tespîtkirina DNA'ya kilox û hestiyên ku li Farqînê di şikeftekê de hatibûn dîtin, 15 malbatan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan.
 
Malbatên kesên ku di salên 1990'î de bi awayekî kiryar nediyar hatibûn windakirin, ji bo tespîtkirina DNA'ya kilox û hestiyên ku li navçeya Farqînê ya Amedê di şikeftekê de derketibûn holê, serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê dan. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, ji dema ku kilox û hestî derketine holê ve, 15 malbatan bi hêviya ku bigihîjin hestiyên xizmên xwe serlêdan kirine.
 
 Hat zanîn ku dê serlêdanên bi vî rengî ji bo ÎHD'ê bidomin.