16 girtiyên Navenda Rehabîlîtasyonê ya Şifayê hatin tahliyekirin

  • 09:06 28 Mijdar 2026
  • Hiqûq
Pelşîn Çetînkaya
 
ÊLIH - Dadger di lêpirsîna der barê Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê de ku 29 kesî lê jiyana xwe ji dest da, de diyar kir ku der barê gumanbaran de delîlên şênber hene. Dadgeriya ku berdewamkirina girtinê bi pîvan nedît, biryara tahliyekirina 16 kesî da.
 
Piştî îdiayên destdirêjî, tundî û îşkenceyê yên li Navenda Rehabîlîtasyona Taybet a Şifayê ya Êlihê derketin holê şûnde, lêpirsîna hat destpêkirin hat berfirehkirin û çarçoveya lêpirsîn de 16 kes ji sûcên "pêkanînên xerab", "ezyet", "îşkence" û "êrîşa zayendî" hatibûn girtin.
 
Girtekên îfadeyan, belgeyên fermî, nivisên di navbera saziyan de û peyamên WhatsApp yên xebatkaran ji hev re şandibûn ketin dosya lêpirsînê. Van hemûhan îşkence û êrîşa zayendî ya li kesên li navendê dihatin dermankirin, yek bi yek derxistibû holê. Di belgeyên ku me xwe gîhandibûnê de hatibû tespîtkirin ku 29 kesên qeyda wan li navendê jiyana xwe ji dest dane.
 
Der barê gumanbaran de biryara tahliyeyê
 
Li gorî agahiyên me xwe gîhandinê, biryara veşartinê ya li ser dosya lêpirsînê didome û Dozgeriya Cezaya Sulh a 2’yemîn a Êlihê der barê 16 kesên di çarçoveya îdiayên destdirêjî, mirina bi guman û nelêrêtiyê de hatibûn girtin, biryara tahliyeyê da.
 
Dozgeriya Cezaya Sulh a 2’yemîn a Êlihê tevî qebûl kir ku delîlên şên ber der barê gumanbaran de heye jî, rewşa berdewamkirina girtinê bi pîvan nedît. Dadgehê bi hinceta ku fêdeya ji girtinê tê payîn dikare bi tedbîrên kontrola edlî bê pêkanîn, biryara tahliyeyê da.
 
Di biryarê de sûcên guanbaran û delîlên di dosyayê de cuda cuda hatin nirxandin û li gorî vê der barê Ahmet Kaya û Ahmet Yakşi ku ezyetê li kesê astengdar hatiye kirin û sûcên din hat pirsîn. Der barê Azad Degîrmencîoglu, Bahar Gumuş, Dîlek Kiliç, Erkan Oguroglu, Evîn Tekîn, Ferhat Yaşar, Hamdusena Hodaman, Mazlum Çelîk û Osman Kaya de jî hat diyarkirin ku li hember kesê nikaribû xwe biparêze ezyet hatiye kirin.
 
Tevî delîlan hat diyarkirin ku rewaşa berdewamkirina girtinê bi pîvan nehat dîtin û biryara tahliyeyê hat dayîn.