Done Gevher: Li cihê aştî hebe kedkar wê bigihêjin mafê xwe
- 09:06 26 Nîsan 2026
- Ked/Aborî
ENQERE - Sekretera jinan a KESK’ê Done Gevher Koyun got li cihê aştî û demokrastî tunebe kedkar nikarin mafên xwe bi dest bixin û da zanîn ku zemîneke têkoşîna hevpar bi aştî û demokrasiyê pêkan e.
1’ê Gulanê Cjena Karkeran nêz dibe û li gorî daneyên TUÎK’ê ya 2025’an li Tirkiyeyê rêjeya îstîhdama jinan ji sedî 32 ye û bêyî qeyd xebitandin jî ji sedî 25 e.
Sekretera jinan a Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemawerî (KESK) Done Gevher Koyun beriya 1’ê Gulanê têkoşîna kedê ya jinan nirxand.
‘Hewcedariya me bi mezinkirina destkeftiyan heye’
Done Gevher da zanîn ku di alî dîrokê de keda jinê her tim bê rojevê û nîqaşkirin jî hîna keda jinê nayê dîtin û wiha got: “Bi têkoşînê destkefiyên hatine bidestxistin hene. Ev destkeftî destkeftiyên girîng in. Li Tirkiyeyê jî gelek maf bi têkoşîna jinan hatine qezenckirin. Ji ber vê jî em wisa hêsan dest ji van mafan bernadin. Hewcedariya me heye ku em destkeftiyên heyî mezin bikin.”
‘Keda jinan di plana dawî de tê dîtin’
Done Gevher balkişand ser keda jinan û got keda jinan di plana dawî de tê dîtin û wiha bi lêv kir: “Di sektora xizmetê de kedek mezin e. Em dinêrin cihê ku keda jinan lê zêde ye, şertên bêewlehiyê jî hene. Ji ber vê jî ewlehiya keda jinê tuneye, îstîhdama bi qeyd tuneye. Dema em rêjeya tevlibûna îstîhdamê ji ser kedê binirxînin, kedkarên jin pir kêm in. Di alî me jinan de jî rêjeya sendîkabûnê, li gorî rêjeya sendîkabûnê pir kêm e.”
'Pirsgirêk ji têketina qada îstîhdamê destpê dikin’
Done Gevher destnîşan kir ku kêmasî û qelsiyên di polîtîkayên civakî ya dewletê de ji têketina qada îstîhdama jinê şûnde dest pê dike û wiha got: “Dema jin dikevin îstîhdamê ji welidînê şûnde bi fikara ku wê ne mayînde be bandor li pêvajoyê girtina kar dibin. Xizaniya jinê ne tenê têkildarî xwegîhandina îstîhdamê ye. Piranî jin bi mûçeyê asgarî yan jî di bin mûçeyê asgarî de dixebitin. Divê îstîhdama jinê bi awayekî ku neyê şikestin bê sererastkirin. Divê qanûn di vî alî de bên sererastkirin. Li sernaserê cîhanê netewperestî zêde bûye. Şer û pevçûnên li cîhanê li ser keda jinê xwe dide afirandin. Di koçberiyê de têkoşîna hebûnê jî dertê holê. Ew têkoşîn di esasê de keda ku nayê dîtin jî ji binpêkirinê re vedike.”
‘Aştî û demokrastî tunebe xwegîhandina mafan jî ne pêkan e’
Done Gevher diyar kir ku di dema pêş de yek ji sernavên girîng a di alî kedkaran de, îstîhdameke mayînde û tam wext e û ev tişt bi lêv kir: “Em ji paşerojê de heta îro dibêjin; Heta ku aştî û demokrasî tunebe kedkar jî nikarin xwe bigihînin mafên xwe. Di vî alî de zemînên ku şer û pevçûn lê hene, zemînên globalbûnê ne. Zemînên ku rêxistinên kedê hêz winda kirinê ne. Li dijî vê bêhêzbûnê, divê zemînên têkoşîna hevpar hebin. Ji ber vê jî 1’ê Gulanê ji aştî û demokrasiyê serbixwe nayê fikirîn.”







