Îlham Ehmed: Şam agirbestê pêk nayîne
- 18:36 26 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Îlham Ehmedê diyar kir ku agirbesta ku HTŞ’ê îlan kirî, pêk nayîne û bûyerên li Kobanê veguheriye qirkirinê û bêdengiya li hemberî van sûcan têkçûna exlaqî ye.
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk Îlham Ehmed nivîsek li ser hesabê xwe yê X’ê parve kir.
Îlham Ehmed di nivîsê de wiha got: "Agirbesta ji aliyê hikumeta Şamê ve hatiye ragihandin, li ser erdê pêk nayê. Ya li Kobanê rû dide komkujî ye û êriş li ser herêmên Cizîrê jî dewam dikin."







