Li Çilaxayê YPJ û QSDˊê bersivê didin êrişan
- 00:00 27 Çile 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Şervanên YPJ û QSDˊê bersivê didin êrişên çeteyên hikumeta demkî li dijî gundê Sefa yê bajarê Çilaxa.
Li gorî nûçeya Ajansa ANHA’yê çavkaniyek leşkerî diyar kir ku çeteyên hikumeta demkî yên bi piştgiriya dewleta Tirk êrişên xwe li dijî gundê Sefa yê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê dubare dikin.
Çavkanî da zanîn ku şervanên YPJ, YPG û QSDˊê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersivê didin êrişên çeteyan.
Der barê ziyanan de tu agahiyên din nehatin bidestxistin.







