Li Hederslevê ji bo Rojava bang li raya giştî ya navnetweyî hat kirin

  • 21:36 28 Çile 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hederslev ê herêma Sonderjylland ê Danîmarkayê, li dijî êrîşên li ser Rojava banga berpirsyariyê li raya giştî ya navneteweyî hate kirin.
 
Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Hederslev ê herêma Sonderjylland ê Danîmarkayê, êrîşên çeteyên HTŞ-DAÎŞ û dewleta Tirk a dagirker li ser Rojava protesto kir. Bi sedan kesên ku li pêşiya avahiya şaredariyê ya li herêma Sonderjyllandê li hev civiyan, bertek nîşanî êrîşan dan.
 
Çalakvanan bang li raya giştî ya navneteweyî û xwecihî kirin ku li dijî êrîşên li ser Rojava bêdeng nemînin. Di axaftinan de îşaret bi dorpêça li ser Kobanê hate kirin û hate destnîşankirin ku li bajêr, bi taybet sotemenî, xurek, derman û şîrê pitikan, pêwîstiyên bingehîn li ber qedandinê ne.
 
Di çalakiyê de hate destnîşankirin ku êrîşên berdewam wê li ber karesatekî mirovî ya mezin vedike û ev peyam derket pêş, “Divê hêzên koalîsyonê û raya giştî ya navneteweyî bêdeng nemînin. Bêdengî, hevkariya komkujî û karesatan e.”
 
Çalakî bi dirûşmeyên, “Jin, Jiyan, Azadî”, “Terorîst Colanî”, “Terorîst Erdogan”, “Bijî Berxwedana Rojava” û “Gelê Kurd Yek e” bi dawî bû.