Li Geverê ciwan ji bo Rojava daketin qadan
- 21:37 28 Çile 2026
- Rojane
COLEMÊRG – Ciwan ji bo protestokirina êrîşên HTŞ’ê yên li ser Rojava daketin qadan û bi dirûşmeyên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" meşiyan.
Li taxa Cumhuriyetê ya navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanan li dijî êrîşên HTŞ-DAIŞ’Ê û çeteyên ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin ên li ser Rojava meşiyan.
Tevî berfê jî hejmareke mezin ji ciwanan beşdarî meşê bûn û dirûşmên "Bijî berxwedana Rojava" û "Bijî Serok Apo" berz kirin. Piştî meşê, ciwanan li taxê agir pêxistin, stranên şoreşgerî û berxwedanê gotin û êrîş protesto kirin. Ciwanan bi teqandina fîşekên hewayî protestoya xwe domandin.







