Li London û Brightonê bi hezaran kes ji bo Rojava meşiyan

  • 00:51 1 Sibat 2026
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN- Li Londonê bi hezaran Kurd bi dirûşmeya, ‘Defend Rojava’ hatin ba hev û ev peyam dan, “Em ê li ber xwe bidin. Rojavayê, Kurdistanê azad bikin.” Li Brightonê jî bang li Îngilîstanê hate kirin ku li dijî bermahiyên DAÎŞ’ê bikeve tevgerê.
 
Li Londonê, bi hezaran Kurdistanî wekî berdewamiya çalakiyên li dijî êrîşên li ser Rojava, li pêşiya stasyona Dalston Junctionê kom bûn.
 
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Parlamenterê Labour Parti Hackney, Meg Hiller tevlî çalakiyê bû û axaftinek kir. Meg Hilleer bilêv kir ku ew bi saya berxwedana Kurdan a li Rojava û têkoşîna wan a li Sûriyeyê, di kolanan de bi ewle dimeşin û wiha got: “Kurdan pir nirx dan vê mirovahiyê. Niha dema xwedîderketina li Rojava ye.”
 
Li ser navê Meclîsa Gel a Kurd jî Saît Suruç û Nejla Arî axivîn. Saît Suruç û Nejla Arî diyar kirin ku Rojava li dijî xiyanet û êrîşên hov berxwedaneke dîrokî pêşkêş kiriye  wiha got: “Berxwedanaazad dike. Rojava biparêze û mirovahiyê azad bike.”
 
Piştî meşê, bi hezaran kes bi çepik, tilîlî û dirûşmeyan ber bi Herêma Stanford Hillê meşiyan. Di tevahiya meşê de dirûşmeya “Bijî Berxwedana Rojava” hat berzkirin. Çalakî li Stanford Hillê bi çepik û dirûşmeyan bi dawî bû.
 
Brighton
 
Li bajarê Brighton ê Îngilîstanê bi sedan Kurdistanî û dostên wan ên enternasyonalîst, li Churchill Square li hev civiyan û êrîşên li ser Rojava protesto kirin. Girseyê bang li Îngilîstanê kir ku li dijî bermahiyên DAÎŞ’ê bikeve tevgerê.
 
Çalakî bi deqîqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana Rojava”, “Bijî Rojava” û “Hands off Rojava” bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava.Axaftvanên çalakiyê, bi bîr xistin ku Rojava ji bo rûmeta mirovahiyê 15 hezar şehîd da û destnîşan kirin ku hemû mirovahî û alîgirên azadiyê xwedî berpirsyariya parastina Rojava ne.
 
Piştî axaftinan çalakî bi peyamên piştevaniyê bi dawî bû.