Êrîşên li ser Rojava protesto kirin
- 21:06 1 Sibat 2026
- Rojane
COLEMÊRG- Ciwan li dijî êrîşên li ser Rojava daketin kolanan û bi dirûşmeyên ‘bijî berxwedana Rojava’, ‘Bijî serok Apo’, ‘Jin jiyan azadî’ meşiyan.
Li navçeya Gever a Colemêrgê ciwan li taxa Yenî Mahale hatin gel hev û bi armanca protestokirina êrîşên HTŞ, DAIŞ û Tirkiyeyê yên li ser Rojava meş pêk anîn.
Ciwanan di meşê de dirûşmeyên ‘bijî serok Apo’, ‘Bijî berxwedana Rojava’ berzkirin û agir pêxisitn sirûd gotin.
Ciwanan bi fîşekên hewayî çalakiya xwe domandin û bang kirin ku divê êrîşa li ser Rojava bidawî be.







