Peyama Rojava: Berxwedan bi yekitiya neteweyî xurttir dibe
- 09:05 2 Sibat 2026
- Rojane
Rabîa Onver- Pelşîn Çetînkaya
AMED - Jinan di meşa Roja Piştgiriya Rojava ya li Amed de axivîn û diyar kirin ku berxwedana Rojava bi têkoşîna kolektîf a jinan berdewam dike.
Li Amedê bi munasebeta 1'ê Sibatê Roja Piştevaniya bi Rojava re ji aliyê Platforma Saziyên Demokratîk ve meş hat lidarxistin. Bi deh hezaran kes li Amedê bûn yek. Di meşê de dirûşmeya "Rojava berxwedan e, azadî ye" hat berzkirin. Bi deh hezaran kes, di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî hebûn, beşdarî meşê bûn. Meş ji Abîdeya Mafên Mirovan a li Parka Koşuyolu dest pê kir û li ber Ofîsa AZC Plaza bi dawî bû. Di meşê de pankarta "Rojava azadî ye, berxwedan e" hat vekirin.
Jinên ku beşdarî meşê bûn ji ajansa me re axivîn û diyar kirin ku berxwedana Rojava bi têkoşîna kolektîf a jinan berdewam dike.







