Li ber NY’ê çalakiya ‘Bila statuya rojava were naskirin’
- 20:21 3 Sibat 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li ber Kampusa Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Bonn a Almanyayê, ji bo naskirina statuya siyasî ya Rojava û parastina destkeftiyên li herêmê çalakiyeke girseyî hate lidarxistin.
Girseya ku bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê li hev civiyan, ji bo misogerkirina modela demokratîk ya li Rojava bang li saziyên navneteweyî kirin. Çalakî bi dirûşmeyên, “Bijî Berxwedana YPG/YPJ” û “Jin, Jiyan, Azadî” destpê kir. Di çalakiyê de pankarta mezin a bi nivîsa Almanî, “Status fur Rojava Jetzt” , “Statuya niha ji bo Rojava” û alên YPG û YPJ’ê hatin hilgirtin.
Endamê Meclîsa PYD’ê ya Bonnê Ehmed Tacdîn di çalakiyê de axivî û diyar kir ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Rojava bi berxwedana gelê Kurd û hêzên xweparastinê, derbasî zemîna peymanê bûye. EhmedTacdîn destnîşan kir ku lê peymana hatî îmzekirin, metirsiyê bi temamî ji holê narake û bi lêv kir ku metirsiya komên cîhadîst dewam dike. Ehmed Tacdîn anî ser ziman ku wê ji niha şûnde bingeha hemû xebatên dîplomatîk û civakî yên li her derê Ewropayê werin meşandin, wê bibe daxwaza “Ji Rojava re statu.”
Piştî axaftinê, daxwazname û dosyaya berfireh ku ji aliyê TJK-E’ê ve hatibû amadekirin, ji bo dayîna rayedarên NY’ê hate radestkirin. Di metna hate pêşkêşkirin de hate destnîşankirin ku Şoreşa Rojava di qada navneteweyî de wekî “Şoraş Jinan” tê naskirin û jin ne tenê di refên YPJ’ê de pêşengî ji berxwedana çekdarî re kirie, di her qada civakî de veguherîna demokratîk dane destpêkirin. Di daxwaznameyê de hate xwestin ku ji bo mayîndekirina agirbesta li Rojava, mîsyoneke şopandinê ya navneteweyî û herêma parastinê, divê tavile were pêkanîn. Her wiha hate bilêvkirin ku divê di destûra bingehîn a Sûriyeyê de, avaniya xweser a Roajva û destkeftiyên “Şoraşa Jinan” bi awayekî fermî were naskirin û hate diyarkirin ku bi rejîmên dijminên jinan re asayîkirinek dîplomatîk wê neyê qebûlkirin.







