HDK’ê têkildarî Karava Gelan daxuyanî da: Lêgerîna tazî, tundiya zayendî û lêdan

  • 14:15 4 Sibat 2026
  • Rojane
STENBOL - HDK'ê têkildarî tundî û binpêkirinên li dijî aktivîstên Karava Gelan ên ku ji bo piştevaniya bi Rojava re hatibûn Tirkiyeyê li ser hesabê X’ê daxuyanî da. 
 
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), der heqê tundiya zayendî û binpêkirinên li dijî enternasyonalîstên Peopl’es Caravan (Karavana Gelan) a ku ji bo piştevaniya bi Rojava re hatibû Tirkiyeyê li ser hesabê X’ê daxuyanî da. 
 
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 29 enternasyonalîst tevî HDK û DEM Partiyê êvara 29’ê Çileyê ber bi Pirsûsê ketine rê û ev tişt hate gotin: “Karavana ku bi dirûşm û stranan ve ketin rê, rexmê hewldanên sîstematîk ên ji bo astengiya rêwitiya wan a ji bo Pirsûsê, di 30’ê Çileyê danê nîvro gihîştin Pirsûsê û berxwedana Kobanê silav kirin. Ev mîras piştevaniya enternasyonalîs xurt dike. Hevrêyên me tevî xetereya dersînorkirin û girtinê xwedî li Rojava derkevin û gotin ‘an em ê Rojava biparêzin an jî em ê dersînor bibin” û li dijî sînoran piştevaniya enternasyonalîst bilind kirin. Li Navendên Vegerandinê û dema binçavkirinê li dijî hevrêyên me bi sepanên wekî lêgerîna tazî, tundiya zayendî û lêdanê re rû bir û mane. Li dijî vê yekê têkoşîna me ya li dijî tuniyê tevî Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi awayekî xurt hatiye kirin. Herwiha di heman rojan de Delegasyona Ciwanan a ku li ser banga Meclisên Ciwanan a DEM Partiyê hatibûn Amedê jî hatin binçavkirin, bi tundî û dersînorkirinê re rû bir û man. Yekitî û têkoşîna me dê van êrişan têk bibe.”