Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan hatin bîranîn
- 13:51 6 Sibat 2026
- Rojane
AMED - 411 kesên ku di erdheja li Amed de jiyana xwe ji dest dan li ser gorên xwe hatin bîranîn; malbatan diyar kirin ku sozên hatine dayîn nehatine bicihanîn.
Li Amed ku yek ji bajarên ku di erdhejên 6'ê Sibatê ya navenda wê Mereş bû, 411 kesên ku jiyana xwe ji dest dane li ser gorên xwe hatin bîranîn. Ji serê sibê ve, malbat hatin Goristana Yenîkoyê ya li navçeya Rezan a Amed ku gorên hezkiriyên xwe ziyaret bikin. Dema ku li goristanê dua hatin xwendin kêliyên hestiyar hatin jiyîn. Malbatan diyar kirin ku "sozên" piştî erdhejê ji hêla hikûmetê ve hatine dayîn nehatine bicihanîn û bal kişandin ser wê rastiyê ku hîn jî xetereya erdhejê ya cidî li bajêr heye.
Nîşandana Belgefîlmê
Di çarçoveya çalakiyên bîranînê de, pêşandana belgefîlma "4.17 Adıyaman" dê saet di 7'ê êvarê de li ÇandAmedê were lidarxistin.







