Pira çanda devkî ya ji raboriyê ber bi siberojê ve: Mala Çîrokbêjan

  • 11:11 12 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Mala Çîrokbêjan a ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ve hatî vekirin, wekî xaleke hevdîtinê ya çandî xizmetê dide. Li vir welatiyên temenmezin ezmûnên xwe ji nifşên ciwan re radigihînin, çanda devkî didin jiyandin û piştgiriya civakî xurt dikin.
 
Mala Çîrokbêjan, ji aliyê Serokatiya Daîreya Xizmetguzariyên Astengdar û Kalûpîran ve bi armanca xurtkirina ragihandina navbera nifşan û tevlêkirina welatiyên temenmezin di nav jiyana civakî de, di meha kanûnê de li navçeya Baxlarê, di nav parka Koşuyoluyê de hat vekirin û xebatên xwe didomîne.
 
Di vê navendê de ku di bin banê Midûriyeta Şaxê ya Xizmetguzariyên Kalûpîran de kar dike, tê armanckirin ku mîrateya bihêz a rabirdûyê ji nû ve zindî bibe û zanîn û ezmûnên nifşên kal bi nifşên ciwan re bigihêjin hev. Ev qada ku ji bo parastin û jiyandina çanda devkî wekî xaleke girîng a hevdîtinê hatiye sêwirandin, heftê 6 rojan di navbera saet 08.00-17.00an de ji bo serdana welatiyan vekirî ye.
 
Navenda bîra çandî
 
Mala Çîrokbêjan ne tenê cihê çîrokbêjiyê ye, di heman demê de xwediyê taybetmendiya navendeke bîra çandî ye. Li vir çîrokbêj û hostayên hunerên destan, çîrokên ku ji jiyana wan filitîne bi mêvanan re parve dikin. Bi saya van hevdîtinên ku nifşên ciwan jî tê de cih digirin, tê xwestin ku ne dewlemendiya zimanî û ne jî rehên çandî neyên jibîrkirin.