Li Yenîşehirê hevdîtina jinan

  • 11:24 12 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - TJA 'yê  bi minasebeta 8'ê Adarê li navçeya Yenîşehîrê bi jinan re vedîtin kir.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA) di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li taxa Gürdoğan a navçeya Yenîşehîrê bi jinan re hevdîtin kir.
 
Hevşaredara Yenîşehîrê Safiye Akdağ û gelek jin tevli çalakiyê bûn. Safiye Akdağ di çalakiyê de axivî û girîngiya guhdarîkirina pirsgirêk û daxwazên jinan ji nêz ve destnîşan kir û banga têkoşînê kir.
 
Di hevdîtinê de girîngiya çalakbûn û xuyabûna jinan di hemû warên jiyanê de, hevgirtina jinan û têkoşîna ji bo wekheviyê hate nîqaşkirin.
 
Jinên beşdarî hevdîtinê bûn jî pirsgirêkên xwe parve kirin û daxwaz û pêşniyarên xwe anîn ziman.