Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd çirayên hêviyê firandin

  • 22:24 15 Sibat 2026
  • Rojane
MÊRDÎN - Li navçeyên Mêrdînê komploya 15'ê Sibatê hate protestokirin û welatiyan ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çirayên hêviyê firandin.
 
Platforma Saziyên Demokratîk di salvegera komploya navneteweyî li navenda Mêrdîn, û navçeyên Artûklû, Qoser, Dêrik, Şemrex, Kerboran û Nisêbînê çalakiyên nerazîbûnê hatin lidarxistin û komplo hat şermezarkirin.
 
Hezaran welatiyên li Qada Azadiyê ya navçeya Qoserê hatine cem û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin û daxuyanî dan. Daxuyaniyê Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Berîtan Guneş Altin xwend diyar kir ku Komplo têkoşîna ciwan, jin, têkoşerên ‘Hûn nikarin Roja me tarî bikin’ û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vala hat derxistin.
 
Piştî daxuyaniyê welatî bi dehan çirayên hêviyê ber bi esman ve firandin. Çalakî bi berzkirina diruşman bi dawî bû.