Li Amedê kuştineke bi gûman

  • 13:48 17 Sibat 2026
  • Rojane
AMED - Li navçeya Yenîşehîrê Kubra Keleş bi çekê kuştî hate dîtin.
 
 Li navçeya Yenîşehîr a Amedê jina bi navê Kubra Keleş bi çekê kuştî hate dîtin. Li ser agahdarkirina malbata wê tîmenên tendirustî û polîs sewkî cihê bûyerê hatin kirin.
 
Cenazeyê Kubera Keleş ji bo otopsiyê rakirin saziya Tipa Edlî û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.