Delîla Erkmen bi kelepçeyê birin merasîma cenazeyê bavê wê
- 21:20 24 Nîsan 2026
- Rojane
QERS - Delîla Erkmen ya li girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê girtî, bi kelepçeyê birin cenazeya bavê wê.
Bavê girtiya bi navê Handan Delîla Erkmen ku 15 sale li girtîgeha Jinan a Bunyanê ya Kayseriyê girtiye, ABdulkerîm Erkmen jiyana xwe ji dest da. Li ser wefata bavê wê handan Delîla Erkmen ji girtîgeha lê dima birin Qersê. Handan Delîla Erkmen bi kelepçeyê birin merasîma cenazeya bavê wê ya li Bazarcix a Dîgor a Qersê. Piştî ku kesên derdorê bertek nîşan dan, kelepçe hat derxistin. Handan Delîla Erkmen piştî 3 saetan şûnde ji nûve birin girtîgehê.







