Jinan 12'emîn pakêta darazê protesto kirin

  • 18:45 13 Hezîran 2026
  • Rojane
ENQERE - Platforma Jinan a Enqereyê li dijî pakêta darazê ya 12'emîn çalakî li dar xist. Polîsan êrişî çalakiyê kir û 4 jin hatin binçavkirin.
 
Platforma Jinan a Enqereyê li dijî Pakêta Darazê ya 12'emîn xwestin li Qada Kolejê daxuyanî bide. Girse ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya ku xwest ji Qada Kolejê heta Kızılayê  bimeşe rastî êrişî polîsan hat. Polîsan bi gaza îsotê êrişî girseyê kir û nehişt girse bimeşe. Piştre girse car din li Qada Kolejê bi hev civiya û li vir daxuyaniyeke kurt da. Daxuyaniya hevpar nehat xwendin.
 
Di daxuyaniyê de pankarta li ser “Mafên me nakeve pakêtan, em dev ji mafên xwe bernadin” hat rakirin. Girse li vir dirûşmeyên “Em natirsin, bêdeng namînin û serî natewînin”, “Jin jiyan azadî” û “Nafaqa mafê me ye divê neyê astengkirin” berz kirin. Polîsan rêyên ku girse lê belav bibin girtin û êrişî girseyê kir. Di encama êrîşê de 4 jin hatin binçavkirin.