Jin li Wanê meşiyan: Em tundiyê qebûl nakin

  • 22:10 15 Hezîran 2026
  • Rojane
WAN - Komeleya Jinan a STARê li dijî tundî û kuştina jinan li navçeya Rêya Armûşê “Meşa Edaletê” li dar xist û diyar kirin ku ew tundiya li ser jinan qebûl nakin.
 
Komeleya Jinan a STARê, li dijî tundî û kuştina li ser jinan li navçeya ji ber Gunpaş AVMê heta Qada Bajêr ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê meşek li dar xist. Girseya jinan li ber Gunpaş AVMê hatin cem hev û li dijî kujer û kujerên ku nayên dîtin nerazîbûneke xurt nîşan dan. Di meşê de pankartên “Li hember kuştina jinan bêdengî hevkarî ye. Em nayên kêmkirin” û “tekoşîna me ji deshilatariya kujerên kastîk mezintire” hatin vekirin. Her wiha dirûşmên “jin jiyan azadî”, “Jin natirsin hesap dipirsin”, “Rojîn, Narîn û Gulistan sedemên serhildana me ye” hatin berzkirin.
 
Daxuyanî ji aliyê endama Komeleya Jinan a STARê Leyla Kaplan Kertîş ve hat xwendin.
 
‘Erka dewletê ew e ku li dijî her cûre tundî û îstismarê jinan biparêze’
 
Leyla Kaplan Kertîş diyar kir ku sîstema mêrsalar keda jinê û bedena wê wekî qada metîngerî dibîne û got: “Lêpirsînên dawî yên li Wanê nîşan didin ku pergala metîngeriyê ya li ser beden û keda jinê hîn jî berdewam dike. Erka dewletê ew e ku li dijî her cûre tundî û îstismarê jinan biparêze. Lê bûyera Nurgul Sadak a ku li Erdîşê hat kuştin nîşan dide ku jin di bin parastina dewletê de bin jî di ewlehiyê de nîne. Peymana Stenbolê û qanûna hejmar 6284 divê bêne sepandin. Lê tevî serlêdanan jî neparastina jinan, nîşaneya eşkere ya îhmalkirina dewletê ye. Em tu hincetên ‘namûsê’ qebûl nakin.”
 
‘Em mirina gumanbar a jinan wekî bûyerên asayî nabînin’
 
Leyla Kaplan Kertîş bal kişand ser bûyera Şemzînanê ya ku çawişekî pispor hevjîna xwe û sê kesên ji heman malbatê qetil kirin û wiha berdewam kir: “Ev bûyera dawî ya li Şemzînanê nîşaneya herî eşkere ya tundiya dewlet-mêr e. Çek, desthilatdarî û hêza ku dewlet dide kujeran, wan di bin mertalê bêcezatiyê de diparêze. Sûçê jinan tenê ne karê kujeran e, necezakirina kujeran û micidnegirtina gefan jî parçeyekî vî sûcî ye. Em mirina gumanbar a jinan wekî bûyerên asayî nabînin. Nafaka jî mafê aborî yê jinê ye û destwerdana li ser vî mafî, êrîşa li ser serxwebûna jinê ye. Têkoşîna me ne tenê li dijî kujeran, li dijî sîstema ku wan diparêze ye.”
 
‘Divê zagonên parastina jinan werin sepandin’
 
Leyla Kaplan Kertîş di dawiya daxuyaniyê de daxwazên xwe wiha rêz kirin: “Divê zagonên parastina jinan û qanûna 6284 bi awayekî bêkêmasî werin sepandin. Tedbîrên parastinê divê tavilê bikevin meriyetê û stargehên jinan werin xurtkirin. Dosyayên kuştinên gumanbar û jinên winda divê bi rengekî şeffaf û serbixwe werin lêkolînkirin. Divê dawî li polîtîkayên ku faîlan xelat dikin û diparêzin were anîn.”
 
Daxuyanî bi çepik û dirûşman bi dawî bû.