Ji Rêveberiya Tevgerê gava nû: Me hemû hêzên xwe yên leşkerî vekişand
- 11:43 8 Cotmeh 2026
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Tevgerê derbarê pêvajoyê de daxuyaniyek da û got, "Me di heman rojan de 4 tunel û çeperên şer ên li Metîna jî vala kirin. Bi kurtasî, me hemû hêzên xwe yên çekdar, hem di nav sînorên Tirkiyeyê de û hem jî li derveyî wê, ku mirov dikare bêje nêzîkî sînor in, vekişandin."
Rêveberiya Tevgerê derbarê pêvajoyê de daxuyaniyên nû da.
Di daxuyaniya xwe de, Rêveberiya Tevgerê got, "Piştî banga Rêber Apo ya 27'ê Sibata 2025'an, Tevgera me agirbest îlan kir. Bi Kongreya xwe ya 12'emîn a ku di navbera 5-7'ê Gulanê de pêk hat, PKK'ê xwe fesix kir û têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê bi dawî kir. Di vê kongreyê de, her wiha biryar da ku Rêber Apo divê pêvajoya aştî û civaka demokratîk di hemî aliyên wê de bi rê ve bibe. Bi vî awayî, pabendbûna bi çareseriya siyasî ya demokratîk a pirsgirêka Kurd re, ku ji hêla Rêber Apo ve di sala 1993'yan de hatibû destpêkirin, careke din hate nîşandan."
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê, Besê Hozat ligel 30 hevalên xwe, di 11'ê Tîrmeha 2025'an de, wekî sembola biryardariya xwe ya bidawîanîna têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê, çekên xwe şewitandin. Ev yek bi awayekî berbiçav guhertina stratejîk a ku me kiriye nîşan dide.
Piştî biryara me ya ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî gerîlayên ku li pey hev ji nava sînorên Tirkiyeyê hatin kişandin, di 26'ê Cotmeha 2025'an de bi endamê Konseya Reveber a KCK'ê hevalê Sabrî Ok re bi dilsoziya bi têkoşîna siyasî demokratîk a bi bidawîkriina têkoşîna çekdarî ji raya giştî re eşkere kirin. Rêber Apo û Tevgera me gelek caran bi daxuyaniyan bi zimanekî eşkere ragihandin ku li ser bingeha demokratîkbûnê ew çareseriya pirsgirêka Kurd tercîh dikin. Gelê Kurd, raya giştî ya Tirkiyeyê û cîhanê ev helwesta Tevgera me rast dîtin û piştgiriya wê kirin. Destnîşan krin ku helwesta Rêber Apo û PKK'ê wê ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn serdemeke nû bide destpêkirin. Li Tirkiyeyê 2 sal in qet şer naqewime, ciwanekî bi tenê yê Tirk û Kurd jiyana xwe ji dest nade. Ev rewş bi serê xwe qedir û qîmeta pêvajoya aştî û civaka demokratîk radixe pêş çavan.
Ne tenê Kurd, her kesên ku demokratîkbûna Tirkiyeyê dixwazin, baweriya xwe bi wê aniye ku bi serketina pêvajoyê re wê gelên Tirkiyeyê hemû qezenç bikin. Ji ber ku dîtin pirsgirêka Kurd a ku nehatiye çareserkirin çavkaniya pirsgirêkan hemûyan e. Ji herdu aliyan bi deh hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo şer bi trîlyonan dolar hate xerckirin. Ne tenê di polîtîkaya hundirîn de her wiha di polîtîkaya derve de jî ev yek bûye aliyê lawaz ê dewleta Tirk. Ya herî xerab jî qutbûna navbera gelên Kurd û Tirk e ku nêzî hezar sal in weke cîranê hev bi hev re ne. Dijberî û qutbûneke ku bi sedan salan di ti serdemê de nehatiye dîtin, kete navbera Kurdan û dewleta Tirk. Armanc ji pêvajoya aştî û civaka demokratîk ew e ku vê dijberiyê û şerê çekdarî bi dawî bike, bi entegrasyona demokratîk re dawî li qutbûna pir alî ya navbera Tirkiye û Kurdan bîne.
Rêber Apo ev çareserî ne tenê weke tercîheke polîtîk xist rojevê. Bi Manîfestoya Civaka Demokratîk û danezana entegrasyona demokratîk û komara demokratîk hîmên bingehîn ên teorîk û îdeolojîk jî danî. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşvebirina pêvajoyê îradeyeke xurt û hewldaneke mezin nîşan da. Tevgera me ya azadiyê jî li gorî pêwîstiyên vê pêvajoya ku Rêberê me dimeîne tevgeriya.
Di nava atmosfereke civakî û siyasî de ku bi îradeya Rêber Apo û gavên Tevgera me afirî, li meclîsê di mijara çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd de komîsyonek hate avakirin. Vê komîsyonê bi gelek kes û derdorên civakî re hevdîtin kir ku piraniya partiyên siyasî endam dan vê komîsyonê. Komîsyonê hevdîtin bi Rêber Apo re kir û raporek amade kir. Li gel kêmasî û şaştiyên xwe yên cidî jî komîsyona li meclîsê hate avakirin têkildarî pirsgirêka Kurd raporek amade kir. Di vê raporê de heta astekê hate destnîşankirin ku pirsgirêka Kurd bi rê û rêbazên çekdarî nikare bê çareserkirin, pirsgirêk bi demokratîkbûnê dikare çareser bibe. Lewma weke asta destpêkê işaret bi hin gavan kir ku îradeya siyasî dikare biavêje. Lê belê îradeya siyasî hem ev gav neavêt hem jî di mijara demokratîkbûnê de neket nava ti hewldanan.
Rêber Apo derxistina qanûneke çarçoveyê ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a li ser bingeha demokratîk bûnê gelekî girîng dît ku weke qanûna kokê jî bilêv kir. Di hevdîtinê bi dewletê hemûyan re li ser girîngiya vê sekinî. Di vê çarçoveyê de diyar kir ku piştî derxistina qanûna çarçoveyê divê qanûnên azadiyê bêne derxistin û her firsendê girîngiya vê yekê destnîşan kir.
Lê belê qanûna çarçoveyê ya hate amadekirin ne li gorî çarçoveya ku Rêber Apo diyar kiribû. Tevgera me ya azadiyê jî nêrîn û pêşniyarên xwe yên li ser vê qanûna çarçoveyê hem ji navbeynkarên navbera me û dewletê, hem jî bi rêya çavkaniyên vekirî bilêv kir. Ev nêrîn û pêşniyar bi esasî li ber çavan nehate girtin. Rêber Apo weke koordînatorê aştî û siyasîbûnê; ji bo karibe di nava mercên azad de kar bike û bi rola xwe rabe, ev qanûn weke gava destpêkê ya hezar gavî nirxand. Tevgera me jî ji ber ku derketina qanûnê ji naveroka mercên siyasî yên heyî cudatir girîng dît, helwesteke dijber nîşan neda. Lê belê destnîşan kir ku qanûn bi rengekî cidî xwedî pirsgirêkan e. Ji ber ku qanûnê Rêberê me û rêveberiya Tevgera Azadiyê li derve hişt û bi vî rengî hîn ji destpêkê ve kete rewşeke zehmet a bicihanînê û bê wate. Weke qanûneke ku îpotek danî ser îradeya meclîsê cihê xwe li nava dîrokê girt, ku meclîs ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd dikare bibe platformeke bingehîn.
Desthilatdariya AKP'ê pitşî vê qanûnê ti gav neavêt. Di dema amadekirina qanûnê de li gel ku rayedarên dewletê soz dan ku Rêberê me di serî de rojnamevan wê karibe bi gelek derdoran re hevdîtinan bike, di vê mijarê de jî gav nehate avêtin. Ji bilî hevdîtina Îmrali-Heyeta DEM Partiyê tecrîda li ser Rêber Apo dewam kir. Tevgera me ya Azadiyê li gel vê yekê jî, ji bo desthilatdariya AKP'ê êdî ti bahaneyan nebîne û ji nêzîkatiya kêm a li pêvajoyê re neke hincet, hemû hêzên me yên li nava Tirkiyeyê yên ku ti rîska xwe ya şer tine bû, beriya bi çend rojan bi temamî vekişandiye. Her wiha me 4 tunelên şer û çeperên li Metînayê yên li rojavayê Zapê, li gel ku dûrî sînor e û li ser dewleta Tirk ne gef e, heman rojan vala kir. Bi kurtasî me hemû hêzên xwe yên çekdar ên li nava sînorên Tirkiyeyê û li deverên ku nêzî sînorê Tirkiyeyê vekişandiye. Bi vî rengî hemû pêwîstiyên ji bo bidawîkirina têkoşîna çekdarî ya li dijî Tirkiyeyê û stratejiya me ya têkoşîna siyasî demokratîk bi temamî hatine bicihanîn.
Dewleta Tirk êdî bi ti awayî nikare qala gefeke çekdarî ya li ser Tirkiyeyê bike. Weke Tevgera Azadiyê me gavên welê avêt ku di çareseriya pirsgirêkên bi vî rengî de li devereke din a cîhanê nayê dîtin. Eger wate û qîmeta van gavan neyê zanîn, di serî de azadiya Rêberê me di mijara qanûnên azadiyê de gav neyên avêtin, ev yek wê bê wê wateyê ku dewleta Tirk polîtîkaya înkar û îmhayê ya sed salî dewam dike.
Nêzîkatiya li Rêber Apo û pêkhatina mercên azad ên karkirin û jiyanê yên Rêber Apo bêyî astengiyan, wê bibe nîşaneya nêzîkatiya desthilatdariya AKP'ê ya li pêvajoyê. Eger di vê mijarê de bêyî derengmayinê gav neyê avêtin, wê fikar û gumanên li nav agelê me û Tevgera me ya Azadiyê ya têkildarî pêvajoyê piştrast bibe, ev jî bi her awayî wê bandorê li helwestan bike. Avaniya me ya rêxistinê beriya her tiştî li ser bingeha nêzîkatiya li Rêber Apo nêzî pêvajoyê dibe. Ji ber ku nêzîkatiya li Rêber Apo weke nêzîkatiya li gelê Kurd û çareseriya pirsgirêka Kurd dibîne.
Li pêşiya azadiya Rêber Apo û gavên ji bo qanûnên azadiyê ti astengî û ti hincet nemaye. Eger dewleta Tirk dixwaze pirsgirêka Kurd a 100 salî ne bi rêya çekê, lê li ser bingeha demokratîkbûnê çareser bike, wê demê ji bo pêşveçûna pêvajoya aştî û civaka demokratîk divê gavên pêwîst bêyî derengketinê biavêje. Pirsgirêka 100 salî ya Tirkiyeyê gelekî girîng e ku nabe li gorî hilbijartinê û polîtîkayên navxweyî yên rojane bê nirxandin. Ne pirsgirêka partiyekê ye, pirsgirêka gelên Tirkiyeyê û hêzên siyasî hemûyan e. Eger desthilatdariya AKP'ê dibêje, ez ê vê pêvajoyê li demê belav bikim, Tevgera Azadiyê ya Kurd lawaz bikim û di vê mijarê de polîtîkaya berê dewam bikim, ev yek wê bibe şaştiya herî mezin a dîroka Tirkiyeyê. Ev ê bê wateya têkbirina olîtîkayên Rêber Apo û Tevgera me yên ji bo berjewendiyên gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn. Bi vî rengî wê nebaşiyeke gelekî mezin li gelên Tirkiyeyê bike. Ji bo rewşeke bi vî rengî dernekeve holê, me bi berpirsyariyeke mezin hewl dan erk û berpirsyariyên xwe bi cih bînin. Eger ev nêzîkatiya Rêber Apo û Tevgera me rast neyê fêhmkirin, her wiha weke lawaziyekê bê dîtin, ji bilî nêzîkatiyeke polîtîk a sivik wê ev yek neyê ti wateyê. Em bang li desthilatdariyê dikin ku dest ji vê nêzîkatiyê berde, her wiha bang li gelên Tirkiyeyê, hêzên demokrasiyê û welatparêzên Tirkiyeyê hemûyan dikin ku ji bo pêvajoya aştî û civaka demokratîk a bi pêşengiya Rêber Apo bi berpirsyariyê rabin. Ji ber ku ev pirsgirêk pirsgirêka partiyekê û desthilatdariyê nîne. Pirsgirêka paşerojeke demokratîk û jiyana azad a gelên Tirkiyeyê ye. Eger pêvajoya aştî û civaka demokratîk tenê weke pirsgirêkek navbera AKP'ê û Tevgera Azadiyê bê dîtin, ev yek wê bê wateya nedîtina rastiyê. Pirsgirêkên ku gelên Tirkiyeyê jê gilî û gazinan dikin û dixwazin bêne çareserkirin, hemû ji ber neçareserkirina pirsgirêka Kurd e. Ji ber vê yekê divê gelên Tirkiyeyê û hêzên demokrasiyê bi rengekî çalak beşdarî vê pêvajoyê bibin. Ji bo hêzên civakî û tevahiya gelên Tirkiyeyê wezîfe û berpirsyariyeke dîrokî ye astengiyên li peşiya pêvajoya aştî û civaka demokratîk ji holê rakin û bikin ku pêvajoya ji bo gelên Tirkiyeyê firsendeke dîrokî ye bi ser bikeve."







