Ji Stenbolê bang kirin:Em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin

  • 20:11 9 Cotmeh 2026
  • Rojane
STENBOL- Bi pêşengiya Saziyên Demokratîk,der barê  salvegera Komploya 9’ê Cotmehê ya Navneteweyî de li Fatîh a Stenbolê daxuyanî hat dayîn û banga mezinkirina têkoşînê hat kirin. Her wiha peyama ‘Em Komara Demokratîk bi hev re ava bikin’ dan.
 
 Platforma Saziyên Demokratîk bi dirûşmeya ‘Ji bo Aştî û Civaka Demokratîk ji Birêz Ocalan re Azadî’ li navçeya Fatîh a Stenbolê, li Parka Arkeolojî ya Qada Saraçhaneyê  der barê komploya 9’ê cotmehê de daxuyanî da. Gelek welatî, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl tevli bûn.
 
Dovîzên bi Kurdî, Tirkî û Îngîlîzî yên wekê ‘komplo tunekirina jiyana demokratîke’, ‘komplo darbeya li dijî îradeya jinê ye’, ‘komplo astengiya li pêş azadiya ciwanane’ hatin hildan û pankarta ‘Em komploya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermrezar dikin, ji Rêber Apo re Azadî’ hat hildan. Dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bê serok jiyan nabe’, ‘Bijî serok Apo’, ‘Bijî berxwedana zindanan’,’Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne’ hatin berzkirin. Dema ku girse derbasî meşê bû polîsan dora girseyê girt. Girseyê bi dirûşme û stranan bersiv dan polîsan.
 
Metna daxuyuaniyê ya Tirkî berdevka HDK’ê ya Stenbolê Dîdem Yilmaz û ya Kurdî jî xebatkara NÇM’ê Kenya Korkmaz xwend.
 
 ‘Xwestin li gorî berjewendiyên xwe dizayn bikin’
 
Kenya Korkmaz diyar kir ku ev komploya navneteweyî ku bi serkêşiya hêzên emperyalîstên serdest û hêzên dewleta kûr bi rê ve çû û wiha axivî: “Armanca wê ew bû ku nijadperestî û neyartiyê gur bike û hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmê di navbera kurd û tirkan de çirûska şerekî giran û kûr vêxe ku dibe ku sed salekî berdewam bike û di encamê de Rojhilata Navîn li gorî berjewendiyên xwe ji nû ve dîzaynbike. Îro ji ber polîtîkayên şer, hilweşandin û koçberiyê ku hêzên emperyalîst û dewletên herêmê li gelên Rojhilata Navîn ferz dikin, pêdiviya ji bo alternatîfeke demokratîk ji her demê bêhtir lezgîn e. Pirsgirêka kurd êdî xwedî karakterekî herêmiye û nabe êdî ku tenê di nava sînorên vî welatî de bê dîtin. Lêbelê hêzên ku komploya navneteweyî ya 9ê Cotmehê sêwirandine û dixwazin wê bidin berdewamkirin, îro jîdixwazin van lêgerîn û hewldanên çareseriyeke demokratîk pûç derxin û çareseriyê bi derengiyê dixin. Eger nêzîkatiyek hebe ku rêbertî û kadroyên tevgerê li derveyî pêvajoyê dihêle, ew nêzîkatî bi tu awayî nabe çareserî.”
 
‘Divê Abdullah Ocalan wek kordînatorê siyasî bê diyarkirin’
 
Kenya Korkmaz destnîşan kir ku divê bi misogeriya qanûnî statuya hiqûqî ya Birêz Ocalan wek sermuzakerevan û kordînatorê siyasî bê diyarkirin û got: “Eger ew rasterast pêşengiya pêvajoyê bike, çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd, avakirina aştiya civakî û avakirina paşerojeke demokratîk tenê wê demê pêkan dibe. Tevî ku fêdeya wî ya ji bo pêvajoyê, bangewaziyên wî û perspektîfa wî ya çareseriyê tê zanîn jî, eger azadiya wî were paş bixin, nexwe ev ne li gorî mantiqa çareseriya demokratîk e. Ji bo ku pêvajo civakî û mayînde bibe, divê êdî Birêz Ocalan xwedî mercên azad ên xebatê û birêvebirina siyasetê be; ev yek pêwîstiyeke û nayê paşxistin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû