Yagmur Yurtsever: Em dibin kirdeya aştiyê

  • 09:07 27 Mijdar 2026
  • Rojane
 
STENBOL - Aktîvîsta TJA’yê Yagmur Yurtsever diyar kir ku ew destûrê nadin ku Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk di zemîna serdestiya mêr de bimeşe û wiha got: “Em dema biryardayîna jiyaneke azad û wekhev derdixin holê. Em dibêjin ‘çavên me li ser we ne’ û raste rast tevli pêvajoyê dibin.”
 
Rêxistinên jinan ku daxwaza raste rast tevli pêvajoya aştiyê dibin anîn ziman, bi rêxistinên demokratîk û saziyên civaka sivîl re Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinan ava kirin. Bi komîsyonên binî yên li herêman hatin avakirin xebatan dimeşînin. Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad  (TJA) Yagmur Yurtsever der barê mijarê de axivî.
 
‘Jin kirdeya aştiyê ne’
 
Yagmur Yurtsever da zanîn ku di demên herî giran yên şer yên li Tirkiyeyê de yên herî zêde li berxwe dan tevgera jinan bû. Yagmur Yurtsever wiha dirêjî dayê: “Di vê pêvajoyê de bepirsyariyek mezin dikeve ser tevgera jinan. Jinan diyar kirin ku mafên wan yên destkeftî hene û der barê pêşeroja xwe de dikarin biryarê bigirin. Li ser vê hewcedariyê Komîsyona Şopandina Aştiyê ya Jinan hat avkairin. Aştî ne tenê mijarek navbera aliyan de ye. Aştî esasa jiyana nû ye. Jin jî girêdeyî aştiyê ne.”
 
‘Dewlet divê samimiyetê nîşan bide’
 
Yagmur Yurtsever di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser gavên ku aliyan avêtine û da zanîn ku dewletê hîna gavên şênber navêtiye û got:"Divê dewlet ji bo komara demokratîk demildest gavê bavêje. Divê girtiyên nexweş bên berdan, siyasetmedar bên berdan. Ji êrîşên li ser cenazeyên gerîlayên jin heta êrîşên li ser bedenên jinên sivîl yên li Cizîrê, sûc bê ceza hatin hiştin. Divê dewlet di vê mijarê de daxuyaniyekê bide.”
 
Yagmur Yurtsever di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku di hevdîtinên navbera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de, jin dûr tên girtin û ev jî encama zîhniyeta serdet ya mêr e û got: “Tevî israra Abdullah Ocalan a di mijara tevlibûna jinan de dewlet vê qebûl nake. Divê jin biçin Îmraliyê jî û gotina xwe jî ji dewletê re bêjin.”