Ji UTAMARA'yê Festîvala Zarokan a Kevneşop a 20'î

  • 13:25 15 Hezîran 2025
  • Çand û Huner
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Kombûna Jinan a UTAMARA'yê ku li eyaleta Rheiland-Pflaz a Elmanyayê kar dike, bi dirûşma 'Hûn nikarin xeyalên me bidizin' îsal cara 20'emîn festîvala zarokan a kevneşop lidar xist.
 
Di festîvalê de zarokên ji neteweyên cuda hem li hev kom bûn û hem kêfxweş bûn, hem jî kêrhatinên xwe yên çand û hunerî nîşan dan.
 
Festîval li bajarokê Unkelê pêk hat. Nûnera UTAMARA Gulistan Kanîreş destpêkê axivî û anî ziman ku çalakî di bin siya şer û tundiya li Rojhilata Navîn de pêk hat. Gulistan Kanîreş got, "Em îro li vir festîvalê li dar dixin, lê li Rojhilata Navîn bi hezaran zaork û jin bi mirin û hilweşînê re rû bi rû ne. Weke jinên UTAMARA'yê em dibêjin: bila ev şer bi dawî bibe, zarok û jin nemirin."
 
Di çarçoveya festîvalê de zarokan hunera xwe ya li ser dikê, performansa muzîkê û dansê nîşan dan. Di çalakiyê de xwarina ji mutbexên Kurd û Elman pêşkêşî mêvanan hate kirin. Festîval ku zarokên ji qewmên cuda li hev kom kir, di nava atmosfereke pir çandî de pêk hat.
 
Koma govendê ya zarokan a ji bajarê Troisdor ê Elmanyayê beşdarî festîvalê bû, bi govenda gelêrî ya bi kincên neteweyî yên Kurd, bal kişand. Ranya Alici ku pêşkêşiya festîvalê kir, bi performansa xwe ya kemanê eleqeyeke mezin dît.