
Têkiliya avakirina jiyanek bi rumet û jiyana ekolojîk
- 09:02 9 Hezîran 2025
- Ekolojî
Rozerîn Gultekîn
STENBOL-Ekolojîst Melîs Tantan da zanîn ku navbera avakirin aştiyê û bidawîkirina qirkirina ekolojiyê de têkiliyek heye û got: “Qirkirin ancax bi aştî û civaka demokratîk dikare bê avakirin. Emê jib o aştiyê her tiştî bikin.
Bi salane yek ji qada ku polîtîkayên şerê taybet lê tê meşandin xweza ye. Xweza bi talan û qirkirinê re tê rû hev. Li Kurdistanê lig elek bajaran qirkirina xwezayê didome. Ji bo bidawîkirina qirkirina ekolojîk, şerta ewil aştiye. Ekolojîst Melîs Tantan der barê avakirina aştiyê û guherînên wê di qada ekolojîk de bike de axivî.
‘Divê aştî ji bo xwezayê jî bê’
Melîs Tantan da zanîn ku ew wek kesên ku têkoşîna ekolojiyê didin hevdîtinên aştiyê erênî dibînin û piştgiriyê didinê. Melîs Tantan wiha got: “Piştî daxuyaniyên ewil ekolojîstan gotin ew piştgiriyê didin pêvajoyê.Tevgera ekolojîst ji duh heta îro ax û xwezayê diparêze. Şer qirkirinên ekolojîk yên mezin pêk tîne. Ji ber vê jî hemû gavên ji bo bidawîkirina şer, ji bo rizgarkirina xwezayê ye jî.”
‘Qirkirina ekolojîk a şer diafirîne’
Melîs Tantan da zanîn ku şer her qada jiyanê talan dike û wiha bi lêv kir: “Jiyana sewalan, avan, xwezayê û mirovan tê xespkirin. Salên 90’î de şewitandina gundan û daristanan dihatin jiyîn. Demek nêz de dest bi birîna daran kirin. Li Besta û Cudî ya Şirnexê ji sedî 10’ê daristanan bi hinceta ewlehiyê hatin tunekirin.”
‘Aştî wê pêşî li qirkirina xwezayê bigire’
Melîs Tantan destnîşan kir ku av wek alavek şer hatiye bikaranîn û daxuyakirin ku avakirina aştiyekê wê pêşî li xespkirin û qirkirina xwezayê bigire. Melîs Tantan wiha anî ziman: “Av hem tên xespkirin hem tên qirêjkirin. Av biherikin belkî xwe paqij bikin. Divê çavkaniyên avê bên parastin. Çiya, daristan girîngin. Der barê pêvajoyê de hevdîtin didomin. Gavên tê avêtin divê di vî alî de bên avêtin. Gav neyên avêtin wê demê divê samimiyet bê lêpirsînkirin. Ji bo pêkhatina aştiyê divê ewil projeyên enerjî û madenê yên li Kurdistanê bên rawestandin. Li Rihayê projeyên GES’ê heye. Bendava Cizîrê, bendava Farqînê û bendavên nû yên li ser Çemê Dîcleyê tên avakirin hene. Divê madena zêr a Îlîçê ya li serê Firatê bê girtin.Ji bo avakirina civaka demokratîk divê em xwedî li ava xwe axa xwe derkevin.”
Hevkariya têkoşîna ekolojî û aştiyê
Melîs Tantan li ser girîngiya hevkariya têkoşîna ekolojî û aştiyê û hevkariya qada du têkoşînan sekinî û got: “Şer qirkirina herî mezine. Erdnîgariya Mezopotamyayê mînaka herî baş e. Têkoşîna ekolojiyê heman demê de parastina jiyanê ye, wek têkoşîna aştiyê. Yên li dijî mirovan şer didin destpêkirin li dijî xwezayê didin destpêkirin. Bêyî aştiyê xweza rizgar nabe. Dema xweza azad bibe wê aştî jî pêk bê. Qirkirina ekolojîk ancax bi afirandina civaka demokratîk ekolojîk pêkane.”