
Ciwanan bi meşekê daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kirin
- 09:20 21 Gulan 2025
- Rojane
HELEB - Yekîtiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger bi meşekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
Bi dirûşmeya "PKK dawiya şer e û destpêka serdema demokratik e" ciwanên bajarê Helebê bi meşeke meşaleyî daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin. Meş ji pêşiya çarxereya Zeytûn ku dikeve taxa Eşrefiyê dest pêkir û ber bi Çarxereya Eşrefiyê ve herikîn. Di meşê de alên Rêberê Gelê Kurd û ya Yekitiya Jinên Ciwan hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin axaftin li ser navê Hevseroka Meclisa Ciwan û Werzîşê ya bajarê Helebê Zeyneb Ebdo hat kirin .
'Em felfesefeya rêbertî bi bîr bînin'
Zeyneb Ebdo da zanîn ku pir girîng e ew felsefeya Abdullah Ocalan her bi bîr bixin û got:"Di rojeke weke roja îro de pir girîng e ku em behsa rêberê mezin rêberê konfedralîzma demokratik a Rojhilata Navîn û cîhanê Abdullah Ocalan bikin.Her wiha ya girîngtir em felsefe û gotinên rêbertî li bîra xwe her gav û kêliyê bînin."
'Hêz û vîna ji rêbertiya xwe digrin'
Zeyneb Ebdo Em silavên xwe ji rêberê xwe re bi rê dikin. Bi taybet pakrewanên me Riza Altûn, Alî Haydar Kaytan ku ne tenê rêhevalên rêbertî bûn lê belê ya gelê Kurd tevahî bûn. Ev her du nemirên me di têkoşîna azadiyê de her wiha di warê mayindekirina tevgera apocîtiyê de şopek wan a pir mezin û dîrokî heye. Wê qet neyê paşguhkirin û jibîrkirin. Bi saya fedekariya şehîdên me îro em bi rûmet dijîn lewma ji bo ku em layiqî keda wan bin çi ji me bê xwestin bê dudilî û teredud em ê pêk bînin. Hêz û vîna xwe em ji rêbertiya xwe û şehîdên xwe digrin."
'Gavên stratejîk tên avêtin'
Zeyneb Ebdo bal bir ser banga aştî û civaka demokratik ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27'ê Sibatê de, kir û wiha pê de çû:"Fesixkirina PKK'ê encama banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Ev pêvajoya niha gelekî girîng e. Di wext û cih de bû ku rêbertî bi hemû hêza xwe, berpirsyartiya vê pêvajoyê hilda ser xwe. Banga rêbertî carek din paradigmaya rêbertî di warê çareyên rasteqîn ên ji bo tevahî civakan, girîngiyek mezin e. Bi taybet di warê pêkanîna aştiyê û demokrasiyê de girîng e. Îro em gavên stratejîk û demokratik ji bo çareserkirina doza kurdî didin avêtin."
'Felsefeya rêbertî çareserî ye'
Zeyneb Ebdo da zanîn ku çareya aloziya Rojhilata Navîn bi felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gengaz dibe û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Rojhilata Navîn di nava geşedan û şerên cur bi cur re derbas dibe. Hêzên hegemon jî bi her rêbazê hewl didan nexşerêyên nû di bin navê çareseriya siyasî de didin meşandin. Bê guman banga rêbertî jî di vê demê de bû weke kilîta çareserkirina tevahî aloziyên Rojhilata Navîn."
Her wiha Zeyneb Ebdo got:"Piştî têkoşînên siyasî, polîtîk êdî kongreya PKK'ê ya ku di 5 - 7 Gulanê de hat lidarxistin gavek ji bo pêkanîna bang û peyama rêbertî bû."
'Divê têkoşîn xurt be'
Di dawiya axaftina xwe de Zeyneb Ebdo da diyar kirin ku ev pêvajo ked û têkoşîn jê re lazim e û got:"Ev pêvajo gelek xebat dixwaze her wiha wê ji ya derbasbûyî girantir be. Lê belê divê têkoşîn deha xurtir bibe da ku em destê rêbertiya xwe xurt bikin û banga rêbertî yek û yek bi cih bînin û di serî de azadiya wî ya fîzîkî misoger bikin."