Kovara Jin bi hejmara 118'emîn derket

  • 10:46 1 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara 118’emîn a Kovara Jin bi manşeta “Windakirî, Jin û Têkoşîn” derket.
 
Hejmara 118’emîn a Kovara Jin bi manşeta “Windakirî, Jin û Têkoşîn” derket. Di vê hejmarê de kovar li ser kesên di bin çavan de hatine qetilkirin û berxwedan û têkoşînên piştî van windakirinan hatine destpêkirin, disekine.  
 
Nivîsên di vê hejmarê de ev in:  
 
* Jin, şîn, berxwedan / Eren Keskîn 
 
* Şopa Şukranê li pey xwe hiştî, nîşeya li dîrokê neqişandî / Reyhan Baydemîr Yalçindag 
 
* Têkoşîna bîr, heqîqet û edaletê / Hevpeyvîna Koma Kovara Jinê bi Dayikên Plazo De Mayoyê re kirin 
 
* Têkoşîna jinan a di dema guherîn û avakirinê de li dijî mêrîtiyê / Ebru Gunay
 
* Jin ne jinên berê ne! / Oya Açan