Roja Têkoşîna bi Karkeriya Zarokan re: Ji çar zarokan yek jê dixebite

  • 13:38 12 Hezîran 2025
  • Zarok
 
AMED - Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi boneya Roja Têkoşîna li dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê daxuyanî da û got ku hejmara zarokên karker ên qeydkirî ya li Tirkiyeyê derketiye milyonek û 372 hezar kesan. 
 
Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê bi boneya 12’ê Hezîranê Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan a Cîhanê daxuyanî da. Daxuyanî, li baroyê hae dayin. Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç û gelek parêzer tev li bûn. 
 
Endama Lijneya Rêveber a Navenda Mafên Zarokan a Baroya Amedê Bêrîvan Zerîn diyar kir ku 12’ê Hezîranê ji bo avakirina hestiyariya li dijî kedxwariya li dijî zarokan rojeke girîng e.  Bêrîvan Zerîn, da zanîn ku Tirkiye berpirsyartiyên xwe yên Peymana Têkildarî Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî û Peymanên Hejmar 138 û 182 yên ILO’yê cibîcî nake. Bêrîvan Zerîn, diyar kir ku li gorî daneyên OECD’ê, li Tirkiyeyê herî kêm 6 milyon û nîv zarok di nava “xizaniya tund” de dijîn. Bêrîvan Zerîn, got ku li gorî van daneyan ji her pênc zarokan yek jê baş naxwe û vexwe û ji her çar zarokan yek jê birçî diçe dibistanê. 
 
'Zarokên karker zêde ne'  
 
Bi domdarî Bêrîvan Zerîn anî ziman ku li Tirkiyeyê milyonek û 372 hezar zarokên karker ên qeydkirî hene. Bêrîvan Zerîn, destnîşan kir ku li gorî daneyên TUÎK’ê nêzî 970 hezar zarokên karker hene lê dema 500 hezar zarokên di bin sîwana MESEM’ê de dixebitin û zarokên temên wan di navbera 15-17 salî yên neqeydkirî û yên temenê wan di bin 15 saliyê de jî lê tên zêdekirin, ev reqem teqabûlê 3-4 milyonan dike. 
 
Zarokên di bin sîwana MESEM'ê de dixebitin  
 
Bêrîvan Zerîn, got ku karkeriya zarokan veguheriye polîtîkayekê û di navbera 2023-2024’an de 9 zarokên di bin sîwana MESEM’ê de dixebitîn jiyana xwe ji dedst dane. Bêrîvan Zerînê got ku di 106 rojên ewil ên sala 2025’an de jî 19 zarokan di qezayên kar de jiyana xwe ji dest dane. Bêrîvan Zerînê got ku îktîdar bi rêbaza hoste-berdest vê rewşê rewa dike.