'Divê pergala hevserokatiyê belav bibe'

  • 10:55 18 Hezîran 2025
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Jinên li Helebê bal birin ser pêvajoya niha û girîgiya pergala hevserokatiyê û wiha gotin:"Di roja îro de gelek girîng e ku sîstema hevserokatiyê li her derê pêk were û ya herî zêde jî di saziyên rêxistinê de. Em ne tenê di axaftinan de bihêlin lê ya girîng em pêk bînin. Jixwe têkoşîna me jî li ser bingeha beşdarbûna bi hev re ya nava xebatên hevserokatiyê ye." 
 
Bi dirûşmeya "Em li ser bingeha azadî û wekheviyê hevserokatiyê bi pergal bikin netewa demokratik ava bikin" Kongra Star ya bajarê Helebê yekem konferansa xwe li dar xist. Konferans li hola Star Layit ku dikeve devera bi navê Şiqeyif bi amadebûna 400 delegeyan hat orgenîzekirin û li ser sîstema hevserokatiyê gelek nîqaş hatin kirin. Perspektifên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî sîstema hevseroketiyê hatin xwendin, sînevizyon hat temaşekirin û bi encamnameyekê konferans bi dawî bû. 
 
Endama Koordînasyona Kongra Star a Rojava Şîraz Hemo û Hevseroka Meclisa Giştî ya taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman têkildarî sîstema hevserokatiyê nêrînên xwe bi ajansa me re parve kirin û wiha gotin:"Yek ji sedemên bingehîn a ku dihêle dewlet bi hilweşînê re rû bi rû werin hiştin dûrketina ji demokrasiyê û pêkneanîna pergala hevserokatiyê ye."
 
'Yên pêşeng jin in'
 
Şîraz Hemo bal kişand ser girîngiya lidarxistina çalakiyê û wiha got:"Di roja îro de lidarxistina konferansek bi vî awayî pir di dem û cihê xwe de ye. Her wiha gavên pêkanîna perspektîfên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Bi taybet ev serdema ku Rêbertî pêşniyar kir ku divê jin bibe pêşenga wê." 
 
'Jinek azad civakek azad e'
 
Şîraz Hemo da teqez kir ku bê jin wê demokrasî neyê avakirin û wiha domand:"Îro di pêvajoya ku em tê de dijîn, jin pêşengiyê dikin. Heger îro sîstemek demokratîk bê avakirin bê jin wê ew sîstem a herî şaş be. Ji ber ku civaka demokratik xwe dispêre wekheviya di navbera jin û mêr de. Xwe dispêre azadiya jinê û azadiya jinê bi xwe re civaka azad dide avakirin." 
 
Ya girîng em pêk bînin
 
Şîraz Hemo anî ziman ku divê sîstema hevserokatiyê li her derê bê belavkirin û wiha got:"Di roja îro de gelek girîng e ku sîstema hevserokatiyê li her derê pêk were û ya herî zêde jî di saziyên rêxistinê de. Em ne tenê di axaftinan de bihêlin lê ya girîng em pêk bînin. Jixwe têkoşîna me jî li ser bingeha beşdarbûna bi hev re ya nava xebatên hevserokatiyê ye." 
 
'Em ji pêvajoyek girîng derbas dibin'
 
Şîraz Hemo teqez kir ku ev pêvajo hewcedariya xwe bi mejiyê jinên felsefe Rêberê Gelê Kurd nas kiriye, heye û got:"Îro em di nava pêvajoyek girîng re derbas dibin. Tê xwestin jin bibin pêşengê vê pêvajoyê. Ji ber jin ji destpêka dîrokê de karê pêşengtiyê dikirin lê divê ew jin baş felsefeya Rêbertî jî nas kiribe. Felsefeya Rêbertî di cewhera xwe de dîroka jinê vedibêje." 
 
Gelek hezkirin ji bo rêberti
 
Di heman demê de jî Hevseroka Meclisa Giştî a her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Hêvîn Silêman jî têkildarî sîstema hevseroketiyê nirxandina xwe kir û wiha got:"Îro em gelek hezkirin û silavên xwe ji rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku jin kir xwedî îradeya da ku bikaribe di her qadî de cihê xwe bigre rêdikin." 
 
Bi jinê avabûna civaka azad
 
Hêvîn Silêman da zanîn ku civaka azad bi hebûna jinê ava dibe û wiha li axaftina xwe zêde kir:"Jin îro di qadên siyaset, hiqûq, civakî, leşkerî û aborî de cihê xwe girtine. Ev yek jî misogeriyê dide avabûna civakek azad. Dema ku em îro konferansek bi vî awayî didin lidarxistin armanca me ew e ku em vê sîstemê hîna bi pêş bixin. Her wiha îro şerek li dijî vîn û têkoşîna jin tê tê meşandin. Lewma Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan her carê pêşniyar dike ku sîstema hevserokatiyê û demokratîkbûnê weke pîvanek girîng were destgirtin û ev pêkanîn ji bo Rojhilata Navîn bi giştî bibe nimûne." 
 
'Dewlet bi dewletbûna xwe hildiweşe'
 
Hêvîn Silêman bal kişand ser sedemên hilweşîna dewletê û wiha lê zêde kir:"Di roja îro de dewlet bi dewletbûna xwe tê hilweşîn. Di nava pêvajoyek sîstema rûxandinê de ye. Sedema wê jî ew bû ku demokratikbûnê û sîstema hevseroketiyê paşguh û tune dihesibînin. Ya herî girîng jin ji meydanê tên dûrxistin."
 
'Azadiya me bi rizgariya rêbertî pêkan dibe'
 
Herî dawî Hêvîn Silêman da zanîn ku divê jin bibin pêşeng, ji bo pêkanîna perspektifên Abdullah Ocalan û wiha got:"Ev pêvajo gelek giran û girîng e. Ji jinan bi taybet tê xwestin ku bibin pêşeng û xwe bi pêş bixin da ku em perspektifên Rêbertî yek û yek pêk bînin. Azadiya me bi rizgariya Rêbertî pêkan dibe."