
'Li GGM’yan tundiya zayendî û fîzîkî tê jiyîn’
- 18:01 18 Hezîran 2025
- Ramyarî
ENQERE - Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş diyar kir ku GGM veguhertîne ‘kampên komkirinê’ û got li navendên Ayvacik, Kayserî, Aydin û Çatalcayê tundiya zayendî û fîzîk hatiye jiyîn û hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin.
Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê Gelan (DEM Partî) Berîtan Guneş di Lijneya Giştî ya Meclîsê de di çarçoveya Roja Penaberan a Cîhanê de axivî. Berîtan Guneş balkişand ser pirsgirêkên penaberan û got divê şert û mercên jiyanek mirovane pêk bêû mafê mirovan û jiyanê ya kesên ji warên xwe bûne bê parastin. Berîtan Guneş got ev peywira sereke ya dewletê ye.
‘Li navendên vegerandinê êrîşa zayendî tê jiyîn’
Berîtan Guneş anî ziman ku li cîhanê 120 mîlyon zêdetir penaber hene û got: “Li Tirkiyeyê jî 4 mîlyon penaber hene. Ji van 3 mîlyon jî Sûriyeyî ne.Penaber bi zextan re rû bi rû ne. Her tim bi xetereya ‘em ê we der bikin’ re tên rû hev. Li Navendên Vegrandinê (GGM) binpêkirinên mafan zêde ne. Li navendên Ayvacik, Kayserî, Aydin û Çatalcayê tundiya zayendî û fîzîk hatiye jiyîn û hevdîtina bi parêzeran re tê astengkirin.
Berîtan Guneş her wiha balkişand ser penaberên li wargeha Mexmurê û got divê mafê vegera wan ya bi rumet bikeve bin ewlehiya qanûnî.