Nobeta li dijî hişbir û fuhuşê di roja 6'emîn de ye

  • 20:47 19 Hezîran 2025
  • Rojane
AMED - Li Amedê Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê Şiyar Be li Parqa Rojava ya Peyasê bi armanca balê bikşîne ser hişbir û fuhuşê çalakiya nobetê dabû destpêkirin. Nobet di roja 6'emîn de berdewam kir.
 
Platforma Têkoşîna Li Dijî Hişbirê Şiyar Be li Parqa Rojava ya Peyasê bi armanca balê bikşîne ser hişbir û fuhuşê bı diruşmeya 'ne jehrê kedê hembêz bike' çalakiya nobetê dabû destpêkirin. Nobet di roja 6'emîn de berdewam kir. Gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tevli nobetê bûn.Di çalakiyê de derbarê hişbirê de malbat hatin agahdarkirin.
 
Meclîsa ciwanan a DEM Partiyê pankarta 'em di jiyana sosyalîst de ısrar dikin, bi serokatiya azad xwe rêxistin dikin'  cêkirin. Polîsan êriş kir û ciwan derb kirin. Giserseyê bertek nîşanê polîsan da.