Însiyatîfa Jinan ji bo azadiya Abdullah Ocalan civîn li dar xist

  • 16:10 25 Hezîran 2025
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Însiyatîfa Jinan a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê bi dirûşma "Bi felsefeya Jin, Jiyan û Azadî em bi hev re ji bo aştiyê bixebitin û civakeke demokratîk a azad ava bikin” civîn li dar xistin. Di civînan de hate gotin banga Rêber Abdullah Ocalan hêviyên aştiya mayînde û civakek demokratîk geş dike.
 
Bi dirûşmaa “Bi felsefeya Jin, Jiyan û Azadî em bi hev re ji bo aştiyê bixebitin û civakeke demokratîk a azad ava bikin”, Însiyatîfa Jinan a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Helebê li 4 meclisên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê civîn li dar xistin.
 
Civîna li Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre rêvebera Komîteya Perwerdeyê ya meclisê Henîfe Elûş der barê banga Rêber Abdullah Ocalan de axivî û bang wek "gaveke dîrokî ya diyarker di pêşvajoya doza Kurd de" bi nav kir.
 
Henîfe Elûş got: "Vê bangê hêviyên ji bo aştiyeke mayînde û civakeke demokratîk a berfireh geş kirin, lê ji bo pêkanîna wê hewcedarî bi hewldanên hevbeş û îradeyeke siyasî ya rastîn heye."
 
Beşdarên civînê jî der barê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.
 
Endama Kongra Star Salwa Hemdî jî wiha axivî: "Em bi hêza Rêber Apo bawer in ku bi riya ramana xwe ya azad û projeya xwe ya demokratîk dikare nakokiyên li ser bingeha neteweperestî û nasnameyê bi dawî bike û wan veguherîne aştiyeke mayînde.”
 
Endama Meclisa Şehîd Rûken Zerdeşt Sewsan Gênco jî der barê mijarê de got: "Şer gihaştine lûtkeyê, lê di heman demê de rêber bi banga xwe ew zinanê tundiyê veguherand zimanekê diyalog û dan û standinê ji bo avakirina civakeke demokratîk.”