Talûkeya Emîne Ocak a jiyanî dewam dike

  • 16:23 25 Hezîran 2025
  • Rojane
 
STENBOL - Hat ragihandin ku Dayika Şemiyê Emîne Ocak, ku piştî krîza dil birine beşa lênêrîna giran, rewşa wê hîn jî krîtîk e.
 
Dayika Şemiyê Emîne Ocak a di bin çavan de kurê wê Hasan Ocak, bi îşkenceyê hatibû kuştin, di 20ê Hezîranê de ji ber têkçûna nefesê krîza dil derbas kir. Emîne Ocak li Nexweşxaneya Îstinye Live ya li taxa Esenkent a Esenyurt a Stenbolê di beşa lênêrîna giran de tê çavdêrîkirin. Emîne Ocak, ku 5 roj in ji bo jiyana xwe têdikoşe, ji aliyê nûnerên Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ve hate ziyaret kirin. Parêzvanên mafên mirovan li nexweşxaneyê ji malbatê re şifaya bilez xwestin.
 
Li gorî agahiyên ji malbata Emîne Ocak hatine wergirtin, jiyana wê hîn jî di xetereyê de ye.