
Panela 'Li Mezopotamyayê Kelepora Berxwedana Jinan'
- 15:32 26 Hezîran 2025
- Rojane
AMED - Bi dirûşma “Ji Zanatiya Qedîm Ber bi Jiyana Azad Ve” 4 panelên li dar bikeve, ya duyemîn ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan hat organîzekirin, îro pêk hat. Di civîna duyemîn a bi sernavê “Li Mezopotamyayê Kelepora Berxwedana Jinan” de, bi beşdariya jinan li ser mijarê hat nîqaşkirin.
Bi dirûşma “Ji Zanatiya Qedîm Ber bi Jiyana Azad Ve” 4 panelên li dar bikeve, ya duyemîn ku ji aliyê Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Peyasê ve li Pirtûkxaneya Hilberînên Jinan hat organîzekirin, îro pêk hat. Di civîna duyemîn a bi sernavê “Li Mezopotamyayê Kelepora Berxwedana Jinan” de, bi beşdariya jinan li ser mijarê hat nîqaşkirin. Di civînê de Hevşaredara Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar, cîgirên hevşaredaran, xebatkarên Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan, Meclîsa Jinan ya Peyasê û gelek aktîvîstên rêxistinên jinan beşdar bûn. Panelîst Fîgen Aras di destpêka civînê de axivî, zanîn û tecrubeyên xwe yên derbarê “Li Mezopotamyayê Kelepora Berxwedana Jinan” bi beşdaran re parve kir.
Fîgen Aras, di bin vî sernavê “li Mezpotamyayê Kelepora Berxwedana Jinan” ji milê wê dîrokî girt dest û nêrînên xwe anî ziman. Bi berdewamî wiha got: “Li Mezopotamyayê ku wekî dergûha şaristaniyetê tê zanîn, kelepora berxwedana jinan xwedî dîrokeke pir kevn û kûr e. Ev herêm her dem bûye qada têkoşînên mezin ên civakî, siyasî û çandî û jinan di van têkoşînan de roleke sereke lîstine.”
Bi berdewamî panelîst Fîgen Aras got: “Ji demên berê bigire heta îro, jinên Mezopotamyayê li hemberî zilm, newekhevî û dagirkeriyê her tim li ber xwe dane. Di civakên kevnar de, gelek jin hebûn ku hêz û berxwedana jinan sembolîze dikirin. Ev yek nîşan dide ku di hîmên civakên Mezopotamyayê de, jin xwedî cihekî girîng bûn û karînên wan di warê parastina civakê û têkoşîna ji bo azadiyê de dihatin qebûlkirin.”
'Di dîroka nêz de berxwedana jinan'
Dîroka nêz bi mînakên sereke anî ziman panelîst Fîgen Aras û wiha domand: “Di dîroka nêz de jî, jinên Kurd, Kurdên Êzidî, Suryanî û gelên din ên Mezopotamyayê li hemberî zordestiyê, nemaze di şer û pevçûnan de, bêhempa li ber xwe dane. Ew ne tenê di parastina malbat û civakên xwe de, lê di heman demê de di nava refên pêşeng ên têkoşîna ji bo maf û azadiyê de jî cih girtine. Mînakên berxwedana jinên Kobanê li hemberî DAIŞ'ê, an jî têkoşîna jinên Êzidî piştî fermanên hovane, delîlên vê kelepora kûr in.”
Civîna duyemîn a komxebatê bi pirsên beşdaran û bersivên li ser mijarê bi dawî bû. Rêzeya komxebatan a “Ji Zanatiya Kevn Ber bi Jiyana Azad Ve”, bi civîna sêyemîn û di hefteya pêş de li heman cihî Gulay Tekîn wê li ser mijara “Hezkirina Cins”, panelê bi rê ve bibe û nêrînên xwe parve bike.