Tehliyeya hevşaredara berê bo 3 mehan hate astengkirin

  • 11:35 27 Hezîran 2025
  • Hiqûq
 
ERZIROM - Tehliyeya Hevşaredara Qereyazi ya Erziromê ya berê Melîke Goksû bo 3 mehan hate astengikirin. 
 
Di hilbijartinên sala 2019’an de Melîke Goksû di lîsteya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) de wek hevşaredara Qereyaziyê hatibû hilbijartin û di 18’ê Îlona 2019’an de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatibû girtin. Melîke Goksû, di encama darizandinê de 7 sal û 6 meh ceza girtibû û bi biryara Wezareta Karê Hundir li şûna wê de qeyûm hatibû tayînkirin.
 
Melîke Goksû ya ku di Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin, diviyabû bi tehliyeya bişert bihata berdan. Lêbelê, Lijneya Îdare û Çavdêriyê tehliyeya wê bo sê mehan asteng kir. Hinceta astengkirinê jî “beşdarî civîna lijneyê nebûye” hate nîşandan.