
Li Parlamenta Îngilistanê banga ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat kirin
- 14:19 27 Hezîran 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Parlamenta Îngilistanê di konferanseke navneteweyî de daxwaza azadiya Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin. Di konferansê de her wiha hate xwestin, ku piştgirî ji hewldanên aştiyê re bê dayin, girtiyên siyasî bêne berdan û êrîşên hewayî bêne rawestandin.
Di konferansê de ku 26'ê Hezîranê ji aliyê 'Kampanya Sendîkayî ya Azadî ji Ocalan re' û 'Centre for Kurdish Progress' ve hate lidarxistin, di serî de Tirkiye û Kurd lêgerînên aştî û çareseriyê yên li Rojhilata Navîn hatin nirxandin.
Konferansa ku ji sê rûniştinan pêk hat, parlamenter, akademîsyen, rojnamevan, sendîkavan û nûnerên civaka sivîl tevlî bûn. Ji Partiya Muxafazakar Baroness Foster û Baroness Verma malovanî ji konferansê re kirin.
Di rûniştina destpêkê de ku bi sernavê 'Rêya Aştiyê: Tirkiye Kurd û li Rojhilata Navîn Aramiya Herêmî' hate lidarxistin, Parlamenterê berê yê HDP'ê û Hevşaredarê Berê yê Amedê Osman Baydemîr rûniştin bi rê ve bir. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, ji Zanîngeha Oxfordê rojnamevan û akademîsyen Ezgî Başaran, rojnamevanê ji Rojava Ferhad Hemmî û teorisyenê siyasetê Prof. Abbas Valî axivîn.
Tûncer Bakirhan qala girîngiya danûstandin û diyalogên ji bo aştiya navbera gelan kir. Ezgî Başaran jî anî ziman ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê kir ku Tirkiye di polîtîkaya derve de jinûve bikeve pozîsyonekê û diyar kir ku ev rewş dikare aştiyê ya navxweyî ji nû ve bixe rojevê. Ferhad Hemmî jî bal kişand ser bandora fikrên Rêber Apo li ser modela xwerêveberiyê ya li Rojava û qala mobîlîzasyona civakî ya şoreşa Kobanê kir. Prof. Abbas Valî jî qala dîroka tevgera Kurd kir û destnîşan kir ku aştî bêyî demokrasiyê nabe.
Ji kesayetên sereke yên tevgera sendîkayî ya li Îngilistanê Clare Baker rûniştina duyemîn bi rê ve bir ku bi sernavê 'Pêvajoyên Lihevkirin û Aştiyê ya Navneteweyî' hate lidarxistin. Di vê rûniştinê de jî ji Rêveberiya Trajed Union Congress (TUC) Mariela Kohon ku şêwirmendî ji pêvajoya aştiyê ya li Kolombiyayê re kir û nûnerê Trademarkê Sean Byers axivîn.
Di rûniştinê de dersên dîrokî yên pêvajoyên aştî û lihevkirinê, bingehên civakî hatin nîqaşkirin. Li ser mînakên Kolombiya, Îrlanda û Efrîkaya Bakur girîngiya diyalogê di pêvajoyên aştiyê de hate nirxandin.
Di panela duyemîn de ji Partiya Karker (Labour) û ji Kameraya Lordan Muarice Glasman amade bû. Glasman destnîşan kir ku partiya wî ji bo mayindekirina hewldana aştiyê ya navbera Kurdan û Tirkiyeyê divê wezîfeyê pêk bîne.
Di vê rûniştinê de peyama Sinn Feinê hate xwendin. Di peyamê de hate ragihandin ku banga aştiyê ya Rêber Apo kêliyeke diyarker e û hate gotin, "Divê Ocalan bê berdan; azadiya wî ji bo avakirina pêvajoyeke berfireh esas e."
Rûniştina sêyemîn û ya dawî bi sernavê 'Teşwîqkirina aştiyê: Rola Îngilistanê' hate lidarxistin û Simon Dubbins pêşengî jê re kir ku berdevkê Kampanya Azadî ji bo Ocalan e. Ji Partiya Muxafazakar Baroness Verma destpêkê axivî û diyar kir ku aştî hewldaneke hêja û girîng e. Baroness Foster jî malovanî ji rûniştinê re kir.
Ji Zanîngeh Oxfordê doktorê hiqûqê û parêzer Stephen Knight û ji Tevgera Jinên Kurd Meral Çîçek axivîn. Knight anî ziman ku qedexeya li ser PKK'ê ya li Îngilistanê pêvajoyên aştiyê dixe nava zor û zehmetiyê. Meral Çîçek jî bal kişand ser diyalektîka navbera azadiya civakî û azadiya jinê û destnîşan kir ku aştî û demokrasî bêyî jinan nabe.
Di dawiya konferansê de encamname ji aliyê Simon Dubbins ve hate parvekirin. Daxwazên hevpar ên beşdaran di encamnameyê de bi vî rengî ne:
"Em, ji bo parastina aştî, edalet û mafên bingehîn ên gelê Kurd ê li Tirkiyeyê û gelên li Rojhilata Navîn em biryardariya xwe careke din destnîşan dikin.
* Em piştgiriyeke xurt didin banga aştiyê ya Abdullah Ocalan ku 27'ê Sibatê kir. Ev bang ji bo diyalogê û jinûve avaikrina baweriyê firsendeke jiyanî ye.
* Em piştgiriyê didin gavên çêker ên nûnerên Kurdan ji bo aştiyê avêtine; em dibînin ku ev hewldan ji bo bidawîkirina tundiyê, ji bo çareseriya polîtîk a demdirêj û diyalogê ne.
* Em bang li dewleta Tirk dikin ku ji bo pêvajoyeke nû ya aştiyê gavên bi lez û şênber biavêje. Beriya her tiştî divê komîsyoneke parlamenteran a di ser partiyan re bê avakirin ku piştgiriyê bide vê pêvajoyê. Siyaseta berfireh, şefaf û hesabdayinê esas e. Bendewariya avakirina vê komîsyonê di nava meha Tîrmehê de banga me hîn acîl dike.
* Em zanin ku aştiyeke daîmî pêvajoyeke demdirêj e. Lê belê mecbûrî ye ku divê gavên bingehîn ji niha ve bêne avêtin.
* Em dixwazin biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tavilê bi cih bêne anîn, bi taybetî Abdullah Ocalan, Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û Osman Kavala û girtiyên din ên siyasî bêne berdan. Girtîhiştina siyasî hem pîvanên hiqûqî hem jî îhtimala aştiyê binpê dike. Divê Tirkiye berpirsyariyên xwe yên navneteweyî bi cih bîne.
* Em bang li hikumeta Îngilistanê dikin ku piştgiriyê bide hewldanên aştiyê yên li Tirkiyeyê û ji bo parastina mafên Kurdan ên li Sûriyeyê bi roleke erênî ya dîplomatîk rabe.
* Em ji Îngilistanê dixwazin ku piştgiriyê bide vîzyona Sûriyeya pirrengî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya Demokratîk.
*Em ji Îngilistanê dixwazin ku dawî li krîmînalîzekirina aktîvîst û civaka Kurd a li Îngilistanê bîne.
* Em dixwazin qedexeya li ser PKK'ê ji nû ve bê nirxandin, weke ku beriya niha di pêvajoyên aştiyê yên li Îrlanda Bakur, Kolombiya û Efrîkaya Başûr bû, nas bike ku diyaloga siyasî pêkan e.
* Em di wê baweriyê de ne ku civaka sivîl, sendîka, rêxistinên civakî, saziyên fikrî, akademîsyen û saziyên li Îngilistanê ji bo pêvajoya aştiyê ya daîmî ya li Tirkiyeyê bi hevkariya bi hikumet û aktorên siyasî re dikare piştgiriya dîplomatîk bikeve nava liv û tevgerê.
* Em weke daxwaza xwe ya bingehîn dubare dikin ku divê polîtîkaya tecrîdê ya li ser Ocalan bi dawî bibe. Li gorî pîvanên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û pênaseya 'Mafê Hêviyê', em dixwazin ku Ocalan bibe xwedî derfetên azad ên kar û jiyanê. Rola Ocalan a di hevdîtinên aştiyê de berê jî gelekî krîtîk bû û bêyî ku karibe têkiliyê bi şêwirmendên hiqûqî dîne, nepêkane ku pêşketin pêk were.
* Di serî de êrîşên hewayî yên li ser Herêma Kurdistanê ya Iraqê em dixwazin hemû operasyonên leşkerî bi lez bêne bidawîkirin. Di demekê de ku li Rojava danûstandin û agirbesta demkî dewam dike, tundiya li Bakurê Iraqê li pêşiya aştiyê astengiyeke mezin e.
* Ji bo aştiyeke mayinde û wekhev a li Tirkiye û herêmê, em di wê baweriyê de ne ku diyalog û hurmeta li mafên mirovan yekane rêya derbasdar e."