Ji bihuştê ber bi talanê ve: Çîroka golê

  • 09:03 28 Hezîran 2025
  • Ekolojî
Rojda Aydin-Dîlan Babat
 
ŞIRNEX - Gola Çalyanê bi peyzaja xwe ya bêkêmahî ya mîna kartpostalê, îro hedefa polîtîkayên wêrankirina xwezayê ye ku ji hêla şaredariyên AKP’ê ve di bin navê “xizmetê” de tê meşandin. Mîhrîcanên geş ên li dora golê têne lidarxistin dibin sedema wêrankirina ekolojîk a bêveger. 
 
Gola Çalyanê yek ji ecêbên xwezayî yên herî destnedayî yên Kurdistanê ye, gewhereke bêdeng e ku li bilindahiya bi hezaran metreyan li ser sînorê Wan û Şirnexê veşartî ye. Bi ava xwe ya qeşayî, rûyê xwe yê zelal ku di tevahiya havînê de sermaya xwe diparêze û çiyayên bilind ên li dora xwe dişibihe kartpostalekê. 
 
Ev gola qeşayî ku bi bilindahiya xwe ya ji 3 hezar metreyî zêdetir hema hema cîranê ewran e, bi avên xwe yên ku di nîvê havînê de jî sarbûna xwe diparêze, lûtkeyên xwe yên bi berf ên li dora xwe û jiyana kovî dîmenek bêhnbir pêşkêş dike. 
 
 
Qaşo xizmeta polîtîqayan
 
Di salên dawî de polîtîkayên qaşo “xizmetguzarî” yên ku ji hêla şaredariyên AKP’ê ve têne meşandin, li ser vê ekosîstema bêdestûr hilweşînek bêveger didin destpêkirin. Rê bêyî nirxandina bandora jîngehê hatine kirin, wesayîtên motorî bêhemdî ketine herêma golê, firehkirina rêyên bilind bi dagirtina wan bi keviran, rêyên peyatî bi gûçan hatine guhertin, rêyên ku bi xwezayê re ne lihevhatî ne... Çopên ku li qeraxa golê hatine hîştin, qadên jiyanê yên ajalan kêm û çavkaniyên ku golê xwedî dikin qirêj kiriye.
 
 
Pevçûn dest pê kirine
 
Digel ku helandina cemedên qeşayê, guherînên germahiyê û destwerdana mirovan hevsengiya avhewayê ya golê têk dide; çop, plastîk û dûman jî dest pê dikin ku bîra çandî ya gundiyên Kurd ên ku bi xwezayê re di ahengekê de dijîn jê bibin. Gola Çalyanê ku bi bedewiya xwe ya xwezayî tê zanîn, ji ber destwerdanên nehişmend ber bi hilweşîna ekolojîk ve diçe.
 
 
Wêraniyek bêdeng
 
Dibe ku rûyê Gola Çalyan hîn jî zelal xuya bike. Lê di bin de wêrankirinek bêdeng a li dijî xwezayê heye. Ev ne tenê çîroka wêrankirina golek e, lê di heman demê de têkiliya mirovan bi xwezayê re jî ye.