
Hejmara Tîrmehê ya kovara Newaya Jin derket
- 11:58 1 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Hejmara Tîrmehê ya kovara Newaya Jin bi manşeta ‘Diyarkirina rêya aştiyê’ derket.
Di hejmara Tîrmehê ya kovarê de bûyerên piştî banga ‘Aştî û civaka demokratîk’ Şoreşa Rojava ya ku 19’ê Tîrmeha 2012’an destpê kir, Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku ji rêxistiniya enternasyonal a komunal re bû îlham, konfederalîzma jinê ya cîhanê, tecrûbeyên ji welatên cuda, şerê navbera Îsraîl û Îranê û gelek mijarên rojane hatin nirxandin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulah Hatîmogûllari ji kovarê re axivî û bûyerên piştî banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ nirxand. Tulay Hatîmogûllari anî ziman ku ji bo rêya aştiyê bê vekirin divê hemû derdor bikevin nava hewldaneke girîng û diyar kir ku divê aştî weke pêvajoyeke veguherîna civakî bê nirxandin, ji afirandina polîtîkaya vê pêvajoyê heta bi avakirina komîsyonê divê bibe rojeva meclîsê. Tulay Hatîmogûllari li ser rola jinan a di avakirina aştiyê de jî nirxandinên girîng kir.
Di rûpela 12’emîn a Kurdî de Roza Metîna bi Parlamentera Amedê ya DEM Partiyê Adalet Kaya re bandora banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a li herêmê nirxand.
Di rûpela Forûmê de vê hefteyê beşa destpêkê ya perspektîfa dîrokî ya Rêber Apo hate weşandin ku 25’ê Nîsana 2025’an bi sernavê ‘Di hebûn û pirsgirêka Kurdan de dawiya demekê, destpêka serdemeke nû’ hate weşandin.
Ji nivîskarên rojnameyê Heja Zerya di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Ji 14’ê Tîrmehê heta bi Enternasyonal a Komunal” ji berxwedana rojiya mirinê ya dîrokî ku 1982’an li Zindana Amedê li dijî înkar û zilmê destpê kir, heta bi roja îro mîrateya berxwedanê vegot. Nivîskar qala girîngiya rêxistiniya enternasyonalîst kir û veguherîna zîhniyetê destnîşan kir ku wê di avaniya civaka demokratîk de bi bandor be.
Rûşen Samsat di nivîsa xwe de ya bi sernavê “14’ê tîrmehê û Kurdbûna Jinûve Geşbûyî” işaret bi bandora dîrokî ya vê berxwedanê kir. Di nivîsê de hate ragihandin ku ber bi salên navîn ên 1990’î, Pêngava 15’ê Tebaxê, piştre jî serhildanên gel di avabûna polîtîkaya Kurd û sazîbûna wê de roleke girîng lîst. Di dewama nivîsê de işaret bi bandora ruhê 14’ê Tîrmehê li ser rêxistiya vê serdemê hate kirin.
Li Enternasyonalê kombûna jinan
Di rûpela Rojevê de Nazan Ustundag piştevaniya enterasyonal a jinan a li hemberî polîtîkayên qirkirina jinê ji xwe re kir mijar. Ji Polonyayê heta bi Meksîkayê, ji Arjantînê heta bi DYE’yê têkoşîna rêxistinbûyî ya jinan a li kolanan vegot. Ustundag diyar kir ku ji Efrîkayê heta bi Asyayê li cografyayan têkoşîna hiqûqî ya jinan mafên jinan raxist pêş çavan.
Kurdistan Lezgiyeva di nivîsa xwe de ya bi sernavê “Bi hevgirtina jinan ber bi Kofnederalîzma Demokratîk ve” hate weşandin, Kongreya Koalîsyona Jinan a Demokratîk a Herêmî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê (NADA) nirxand ku di navbera 15-17’ê Gulanê de li Silêmaniyeyê hate lidarxistin. Ji 19 welatan 200 jin tevlî kongreyê bûbûn
Di rûpela Jineolojiyê de beşa destpêkê ya nivîsa ji sê beşan a Berfîn Guneş hate weşandin. Di nivîsa bi sernavê “Jinûve Fikirîna li ser Xwezaya Pirrengî ya Avakirina Aştiyê” qala tecrûbeyên aştiyê yên cîhanê hate kirin.
Di rûpela Ekolojiyê de Guler Yildiz cih da van nêrînan: “Şer ne tenê mirovan her wiha çiyê jî dikuje. Ji ber vê yekê aştî divê ne tenê di navbera mirovan de her wiha di navbera mirov û xwezayê de jî pêk were. Qirkirina mezin a xwezayê ya li cografya Kurdistanê ne bi bêdengiyê lê dema li heqîqetê rast hat hingî wê aştiyeke rasteqîn pêk were.”
Cihên vediguherin
Zeynep Kizilirmak ber bi sala 14’emîn a Şoreşa Rojava ve veguherîna civakî û siyasî ya di vê pêvajoyê de nirxand. Zeynep Kizilirmak got, “Banga ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê kir, li Rojava û Sûriyeyê weke nîşaneya serdemeke nû deng veda. Bandora vê bangê wê ne tenê ji aliyê siyasî ve be, her wiha bibe pêvajoya jinûve avabûna civakî.”
Di rûpela 13’emîn a Kurdî de Gulistan Kanîreş pêşketina çand û hunerê ya li nava Şoreşa Rojava nirxand.
Di vê hejmara kovarê de Zîlan Vejîn bi sernavê “Li Îranê çareserî ne şer e, demokratîkbûn e” bûyerên dawî yên li Îranê nirxand.
Hindistan yek ji wan welatan e ku êrîşên bi asîtê yên li hemberî jinan lê gelekî têne kirin. Di rûpela portreyê ya vê mehê de Fîdan Yildirim qala çîroka Laxmi Agarwal kir ku mexdûra van êrîşan bû û piştre li vê qadê têkoşîna ji bo maf meşand.