
Li Herêma Kurdistanê di mehekê de 3 jin hatine qetilkirin
- 13:11 1 Tîrmeh 2025
- Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN -Li Başûrê Kurdistanê di mehê de 3 jin hatine qetilkirin û li 4 jinan jî tundî hatiye kirin.
Li gorî daneyên RojNewsê di meha Hezîrana 2025’an de li bajarên cuda yên Herêma Kurdistanê 3 jin hatine qetilkirin û 4 jinên parêzer jî di bin çavan de tundî li wan hatiye kirin.
Di nava bûyeran de cînayetên ku bi mirinên biguman û tundiya di nava malbatê de pêk hatine hene.
Li gorî daneyên RojNewsê:
*Di 2’yê Hezîranê de li taxa Bineslawa ya Hewlêrê jineke ciwan ya bi navê Sara Fereydun ku xwendevana dibistana amadeyî bû, bi awayekî biiguman jiyana xwe ji dest da. Tê îdîakirin ku xwe kuştiye.
*Di 12’ê Hezîranê de li herêma Zaxo ya girêdayî Dihokê, jineke ciwan ya bi navê N.A.E (26) ji aliyê hevserê xwe ve hate qetilkirin.
*Di 22’yê Hezîranê de li herêma Soran ya ser bi Hewlêrê jineke ciwan ya bi navê Aşna Xesrew ku xwendevana dibistana amadeyî bû, bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest da. Hate ragihandin ku jina ciwan hatiye şewitandin û qetilkirin.
Her wiha di 24’ê Hezîranê de li bajarê Silêmaniyê jinên parêzer ên muxalîf yên bi navên Şehla Elî, Munîre Ebdulla, Nur Ferîq û Dilsoz Zengene bêyî biryara binçavkirinê, hatine binçavkirin. Hate ragihandin jinên berbehs di dema binçavkirinê de rastî tundiya fîzîkî ya hêzên ewlehiyê hatine.
Li gorî daneyên RojNewsê di pênc mehên ewil ên sala 2025’an de li Herêma Kurdistanê 14 jin hatine qetilkirin, 10 jinan bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane û 2 jin jî birîndar bûne.