
Li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê şewatên daristanan
- 17:03 2 Tîrmeh 2025
- Ekolojî
NAVENDA NÛÇEYAN - Li Aydin, Îzmîr û Kutahyayê şewat derketin û xebatên ji bo vemirandina şewatan didomin. Şewata li Bodrûmê hate kontrolkirin.
Li bajarên Aydin, Kutahya û Îzmîrê yên Herêma Egeyê şewat derketin. Şewata ku li navçeya Bodrûm a Muglayê derketibû hate kontrolkirin.
Aydin
Li Taxa Kirksakallar a navçeya Çîne ya Aydinê şewat derket. Şewat, ji ber sedemeke nediyar baxçeyên darzeytûnan derket û midaxile lê hate kirin.
Kutahya
Li bajarokê Yenîkent ê navçeya Gedîz a Kutahyayê jî şewat derket û ji ber bandora bayê şewat li daristanê belav bû. Midaxileya ji vemirandina şewatê didome û ji bo jîngeh ji şewatê bandor nebin tevdîr hatin girtin.
Îzmîr
Li Taxa Îldir a navçeya Çeşme ya Îzmîrê şewat bi mêrgê ket. Şewata ku ji ber bandora bayê belav bû, welatiyan bi derfetên xwe ve midaxile lê kir. Midexileya tefandinê didome.
2 dönüm erd şewitî
Li navçeya Bodrûm a Mûglayê jî şewata ku derket li zeviyên çandiniyê belav bû û di nava saetekî de hate kontrolkirin. Di şewatê de 2 donimên erd zirar dît, xebatên hênikkirina herêmê didomin.
Têkildarî derketina şewatê lêpirsîn hate destpêkirin.