'Azadî bi veguhertina kesayetî pêkan e'

  • 09:03 5 Tîrmeh 2025
  • Çand û Huner
MÛŞ -  Jinên ku beşdarî festîvala jinan a li Gimgimê bûn, tekez kirin ku divê jin li dijî şîdet û binpêkirina mafan bi hev re xwe birêxistin bikin û peyama "Rizgariya jinan bi veguherîna takekesî mimkun e" dan.
 
"Festîvala Çand û Xwezaya Jinan " a ku di 29-30'an de li navçeya Gimgim a Mûşê bi dirûşmeya "Bi çand, xweza û jina azad re ber bi civaka demokratîk ve " hate lidarxistin, mohra xwe li ser ruhê têkoşer ê jinan hişt. Festîvala ku bi meşekê ji bo jinên hatine kuştin û Kader Kevser Elturk (Ekin Wan) ku di pevçûnek li Gimgimê de jiyana xwe ji dest da û cenazeyê wê di 10'ê Tebaxa 2015'an de hate teşhîrkirin, dest pê kir dewam dike. 
 
Jinên ku di festîvalê de li hev civiyan, li ser komkujiyên li ser jinan û desteserkirina mafan axivîn.
 
Tundûtûjiya sîstematîk a li dijî jinan
 
Hacer Karataş Altay diyar kir ku hikûmet di xebata xwe ya li dijî jinan de qanûnan bicîh nayne û jinên ku rastî tundiyê tên nayên parastin, tekez kir ku mafên jinan ji hêla hikûmeta heyî ve têne desteserkirin. Hacer Karataş Altay got, "Li welatê me jin bêqîmet bûne. Ji bo astengkirina mafên jinan, pêşnûmeyek ji bo meclîsê tê pêşkêş kirin. Qanûnek wisa ji hêla hikûmetê ve tê derxistin. Em bi tevahî vê yekê qebûl nakin. Ji bo vê yekê, jin bêyî ku Tirk, Kurd, Azerî, Çerkez an jî olek din bin, bêyî ku nêrînên wan ên siyasî çi bin, divê bi hev re xwe birêxistin bikin. Jin hene ku ji hêla leşker û polîsan ve rastî tundiyê tên. Tiştên weha di civakê de hatine rewakirin."
 
'Divê em ji bo mafên xwe zextê bikin'
 
Hacer Karataş Altay tekez kir ku divê jin her roj derkevin kolanan û dengê xwe bidin bihîstin û diyar kir ku rêxistin û hevgirtin tekane rêya rawestandina komkujiyên jinan e. Hacer Karataş Altay got, "Divê em li ser platforman bicivin û zextê li Parlamento û wekîlên xwe bikin da ku mafên jinan qanûnî bikin û divê em israr bikin. Heta ku em bi hev re bin, qetlîam ew qas zêde nabin. Ji ber ku me dengê xwe bi rêya çapemeniyê ji bo Narin Guran da bihîstin,  di civakê de bertekek çêbû û mirovan bersiv da. Ez bawer dikim ku dema em dengê xwe li kolanan bidin bihîstin, bê guman dê encamek were bidestxistin. Her çend qetlîam nesekinin jî, bi kêmanî yên ku jinan dikujin dê cezayê pêwîst bistînin. Ez hêvî dikim ku heke em jinan bînin cem hev, bi berdewamî li kolanan hişyariyê bilind bikin û dengê xwe bi hev re bilind bikin û daxwaz bikin ku her kes, çi mêr be, bav be, polîs be an leşker be, were cezakirin da ku yên ku qetlîamên jinan dikin bê ceza nemînin, em dikarin bigihîjin encamekê."
 
'Zêdebûna hişmendiya jinan hikûmeta AKP'ê aciz dike'
 
Hevseroka bajarê Îdîrê ya DEM Partiyê Alya Akkuş diyar kir ku hêza jinan bi awayekî sîstematîk tê astengkirin û ev zilm ji aliyê dewletê ve tê berdewamkirin û destnîşan kir ku zêdebûna hişmendiya jinan hikûmeta heyî aciz dike. Alya Akkuş ev tişt anî ziman: "Fihûş, komkujî, exlaq, gelek tiştên bi vî rengî bi destê jinan têne kirin. Bi gefan jinan bêfonksiyon dikin. Derketina holê ya hişmendiya jinan bi taybetî hikûmeta AKP'ê aciz dike. Jin jî temsîla aştiyê dikin. Zîhniyetek wisa tê meşandin ku aştî çênabe û ji bo ku zihniyeta jinan were hilweşandin, ew dixwazin bi her cûre zilm, fuhûş, ol û pergalê jinan bêfonksiyon bikin. Ew naxwazin jinan ne ji hêla madî ve û ne jî ji hêla manewî ve biparêzin. Sedem ev e ku ew dixwazin hêza jinan di bin zextê de bihêlin."
 
'Sedema zêdebûna kuştinên jinan, zîhniyeta serdestiya mêran e'
 
Guzel Saraç bal kişand ser wê rastiyê ku şîdeta li dijî jinan di her malê de heye û diyar kir ku sedema zêdebûna kuştinên jinan ne tenê krîza aborî ye, lê di heman demê de zîhniyeta serdestiya mêran a di civakê de jî ye. Guzel Saraç, got, "Divê hêza veguherîner a perwerdehiyê di nav malbatê de were xwedîkirin. Em jî xwe rexne dikin; ji ber ku dayik pir caran dema ku kurên xwe mezin dikin bi zihniyetek serdest a mêran tevdigerin. Divê dayik perspektîfek wekhev bide kurên xwe; divê ew bigihêje hişmendiya ka divê çawa bi jin, dayik û xwişkên xwe re biaxivin da ku ew bikaribe vê hişmendiyê di zarokên xwe de biçîne û zarokên xwe bi vê hişmendiyê mezin bike da ku em karibin zihniyeta mêran biguherînin."
 
'Em deyndarê wan in'
 
Sinem Yildiz bal kişand ser girîngiya bûyerên bi vî rengî wekî encama têkoşîna jinan a ji bo azadiyê û tekez kir ku hebûna jinan li deverên ku bi îradeya xwe ya azad in destkeftiyek dîrokî ye. Sinem Yildiz got, "Min festîval li ser medyaya civakî dît. Ez ji Berlînê têm. Pir girîng e ku festîvala jin, xweza û çandê bi keda jinan pêk were. Her kes dixwaze li ser vê erdnîgariyê bi azadî bijî. Ez pir kêfxweş im ku ev festîval tê organîzekirin. Em di serî de deyndarê partiya xwe û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in, ku me anî vir û hişt ku em bi îradeya xwe ya azad tevbigerin. Em îro bi saya têkoşîna ku jinan li çiyayan dane li vir in, em ji wan re spasdar in. Em çi ji bo wan bêjin dê ne bes be. Jin bi sedsalan neçar man ku wekî koleyan bijîn; jinên ku nehatine naskirin, ku qet cih an welatê wan tunebûn, dikarin îro li van deveran û li her deverê xwe bi azadî îfade bikin. Jinên me, kal û pîrên me, dayikên me û zarokên me dikarin xwe bi azadî xwe îfade bikin. Ez ji bo me hemûyan pir kêfxweş im. Keda me qet vala naçe."
 
'Divê jin xwe birêxistin bikin'
 
Sinem Yildiz, tekez kir ku şîdeta li dijî jinan encamek bingehîn a pergala serdest a mêran e, got ku şîdeta ku jin pê re rû bi rû dimînin ji demên berê heta niha berdewam dike. Sinem Yildiz got, "Dema ku em li paş xwe dinêrin, em dibînin û şahidiyê dikin ku jin û dayikên me di wê serdemê de jî rastî şîdetê hatine, çawa ew neçar mane ku mîna koleyan bijîn. Lê îro, komkujiyên jinan pêk tên û em vê yekê bi tundî şermezar dikin. Em niha ji komkujiyên jinan re dibêjin 'raweste'. Em ne tenê Kurdistanê nagirin dest; ev komkujî her tim li erdnîgariya ku em lê dijîn û bi taybetî li metropolan hebûn û mixabin ew hîn jî berdewam dikin. Em li ser medyaya civakî dibînin; bi dehan jinên me yên ku em nabînin jî tên kuştin. Divê jin bê guman xwe birêxistin bikin; rêxistina jinan pir girîng e. Ji ber ku heke jin hebin, jiyan heye, heke jin hebin, azadî heye. Jin jiyan, azadî, ax û aştî ne."