Wê Koma Aştî û Civaka Demokratîk çekên xwe îmha bike

  • 08:05 11 Tîrmeh 2025
  • Rojane
NAVENDA NÛÇEYAN – Merasîma dîrokî ya devjêberdana çekan îro pêk tê. Hat ragihandin ku Koma Aştî û Civaka Demokratîk ku dê beşdarî merasîmê bibe, dê çekên xwe îmha bike.
 
Îro li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê merasîmek dîrokî tê lidarxistin, ku gerîlayên PKK'ê dê çekên xwe deynin. Piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev biryar hat dayin. Hat ragihandin ku gerîlayên girêdayî Koma Aştî û Civaka Demokratîk (BDTG) dê di vê merasîmê de çekan deynin.
 
Şandeyên ji bajarên cuda yên Tirkiye û Kurdistanê ji bo şopandina merasîmê gihîştin Hewlêrê û dû re bi wesayîtên ku ji hêla rêveberiya Herêma Kurdistanê ve hatine peyda kirin ber bi Silêmaniyê ve çûn. Dema ku şande ber bi qada merasîmê ya li Silêmaniyê ve hatin birin, hat gotin ku destûr nayê dayîn ku ti alavên teknîkî li wir werin bicihkirin.
 
Gelek rojnamevanên navneteweyî ji bo temaşekirina merasîmê hatin Silêmaniyê û tê payîn ku ev yek di pêvajoya aştiyê de gaveke girîng be.